Jina ku mala xwe kiriye pirtûkxane: Xwendin di tariyê de ronahî ye

  • 09:05 12 Kanûn 2018
  • Rojane
Stêrvan Bêrîtan-Dil û Can Bozî
 
QAMIŞLO - Jina bi navê Mehewş Reşîd a ku di temenê biçûk de hatiye zewicandin lê tevî hemû zehmetiyan dev ji xwendinê bernedaye û niha li warê rewşenbîran, li Bajarê Amûda Rojavayê Kurdistanê dijî got:"Ez evîndara zimanê xwe me. Her bi xwendinê min xwe pêş xist û daxwaza min ew e ku hemû ciwan bi xwendina bi zimanê dayikê xwe pêş bixin û bibin mînak."
 
Jina bi navê Mehewş Reşîd tevî ku di temenê bi zarokatî tê zewicandin jî, zanîngehê dixwîne û dev ji têkoşîna jiyanê bernade. Mehewşa ji Bajarê Amûdê yê girêdayî Qamişloya Rojavayê Kurdistanê, niha mala xwe kiriye pirtûkxane û bi evîna xwendina pirtûkan ji zimanê dayikê re xizmetê dike. Mehewşê diyar kir ku têkoşîna ji bo zimanê dayikê ji bo wê pîroz e û wiha got:"Peywira min a herî girîng li gor min xwedîderketina mîrateya dayik û bavan e . Mîrateya dayik û bavan a ku zimanê qedîm ji me re hiştiye divê her dem xwedî lê bê derketin."
 
'Ligel hemû zehmetiyan min dev ji xwendinê berneda'
 
Mehewşê diyar kir ku ew di temenê biçûk de hatiye zewicandin loma jî wê gelek zehmetî kişandiye û wiha got:"Hîn ez diçûm dibistanê ez hatim zewicandin. Zarokên min çê bûn lê ligel hemû zehmetiyan dîsa jî min xwend û min zanîngeha hiqûqê qezenc kir. Lê piştre ji bo xwedîkirina zarokan ez mecbûr mam ku dev ji zanîngehê berdim. Piştre jî min li Şîrketa Petrolê ya Rimêlanê dest bi xebatê kir."
 
'Xwendin di taritiyê de ronahiyê dide mirov'
 
Mehewşê bi lêv kir ku ji zarokatiya xwe de ye ku ew ji xwendinê gelekî hez dike û wiha dewam kir:"Ez çiqas pirtûkan bixwînim jî aciz nabim. Berovajî vê yekê bêtir dixwazim bixwînim. Ez dema ku pirtûkan dixwînim gelek bextewar dibim. Xwendin di taritiyê de ronahiyê dide mirov. Ji ber ku ez di temenekî biçûk de hatim zewicandin û zarokên min hebûn min di warê xwendinê de zehmetî dikişandin lê dîsa jî min hewl dida ku bixwînim. Di destekî min de zaroka min di destên min ên din jî pirtûka min hebû. Min dema ku zarokên xwe li ser lingên xwe kil dikir jî min pirûka xwe dixwend. Her wiha min gelek pirtûkên helbestan jî xwendine û ez ji helbestê jî gelek hez dikim."
 
'Ji ber evîna xwendinê min ji xwe re pirtûkxaneyek ava kir'
 
Mehweşê da zanîn ku xwendin ji her alî de mirovan pêş ve dixe û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ji ber evîna xwendinê min ji xwe re pirtûkxaneyek ava kir. Di pirtûkxaneya min de her cure pirtûk hene. Pirtûkên civakî, dîrokî, wêje, çand, olî hemû hene. Ez evîndara zimanê xwe me. Her bi xwendinê min xwe pêş xist û daxwaza min ew e ku hemû ciwan bi xwendina bi zimanê dayikê xwe pêş bixin û bibin mînak. Peywira min a herî girîng li gor min xwedîderketina mîrateya dayik û bavan e . Mîrateya dayik û bavan a ku zimanê qedîm ji me re hiştiye divê her dem xwedî lê bê derketin."