TJA: Jin bi tundî û binçavkirinê nayên bêdengkirin

  • 17:30 11 Kanûn 2018
  • Rojane
AMED - TJA'yê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî êrîşên li dijî jinên çalakiya greva birçîbûnê ji bo piştevaniya bi çalakiya greva birçîbûnê ya ku Hevseroka KCD'ê û Parlamentera DHP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven daye destpêkirin û di roja 34'emîn de berdewam dike pêk anîn da û wiha got: "Divê bê zanîn ku têkoşîna mafdar a jinan li dijî tecrîdê daye destpêkirin bi tundî binçavkirin naqede.  Têkoşîna me heta tecrîd bi dawî bibe wê bidome."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê êrîşên li ser endamên xwe ku ji bo piştevaniya bi çalakiya Hevseroka Kongereya Civakên Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ku di roja 34'emîn de berdewam dike ji bo 3 rojan ketibûn greva birçîbûnê da.  TJA'yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku êrîşên li dijî çalakgerên li dijî tecrîdê di kevin greva birçîbûnê bi hemû heza xwe berdewam dikin.
 
TJA'yê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: "Bi van êrîşên li ser çalakiyên jinan re careke din aşkera bû ku faşîzim çiqasî ji jinan ditirse. Divê ku bê zanîn têkoşîna jinan a mafdar li dijî tecrîdê bi bi êrîş û binaçvkirin nayê bidawîkirin. Têkoşîna me heta tecrîd bi dawî bibe wê bidome. Li ser vî bingehî em di serî de bang li jinan hemû aliyên ku bi aştiyê bawer in dikin ku li dijî tecrîdê têkoşînê bidin û piştevaniya Leyla Guven bikin. "