Çalakiyên greva birçîbûnê yên li Rojava didome

  • 16:17 11 Kanûn 2018
  • Rojane
KOBANÊ - Çalakiya Greva birçîbûnê a bi dirûşma, ''Em ê pergala îmraliyê hilweşînin, bi Rêber Apo re azad bijîn'' dest pê kiribû didome. 
 
Li Kobanê bi beşdarbûna 70'ê kesî greva birçîbûnê ya bi armanca bi dawîkirina tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan û piştgirî dayîna çalakiya Parlamentera HDP'ê Leyla Guven li seranserî cîhanê didome. Jinên Ermen Ereb, Suryan jî piştgiriyê didin çalakiyan. 
 
Jina ji pêkhateyên Ermen Losiyan Motisiyan ya ji Kantona Girê Spî ku du roj in tevlî Girêva Birçîbûnê bûye wiha  got: "Ji ber ku Rêber Apo ji bo me girîng e em her ji bo azadiya wî di nava tevgerê de ne. Em ê piştgiriya Leyla Guven bikin heta ku Rêberê me azad dibe."
 
Ala Mustefa wiha got:"Riya ku Leyla Guven da pêşiya xwe, ji bo me riyeke rast e. Ji bo vê jî em ê jî weke gelê Ereb beşdarî hemû çalakiyên ku ji bo Rêber Abdullah Ocalan tê lidarxistin bibin.  Ji ber ku serokê me hemûyan e. Em niha bi fikir û felsefeya wî tev digerin."
 
Mîvanên ku îro serdana Konê gireva birçîbûnê kirin jî wiha  got:" Em ê jî ji bo tecrîda li ser Rêber Apo li ber xwe bide û em ê xwedî li Rêberê xwe derkevin."