Berxwedêrên têkoşînê hatin bîranîn

  • 16:08 11 Kanûn 2018
  • Rojane
HESEKÊ - Saziya Malbatên Şehîdan bi armanca bîranîna 26 berxwedêrên ku di  teqîna TilTemirê de jiyana xwe ji dest dan, li cihê teqînê merasîmek li dar xistin. 
 
Di  10'ê  Çileya 2015'an de çeteyên DAIŞ'ê bi  erebeyên ku bombe têdebûn gelê sivîl hedef girtin. Teqîna yekem li Nexweşxaneyê Ya duyemîn li Kolana filistîn û ya sêyemîn jî, li sûka Halrûdê çê bû.  Di encamê de bi sedan  jin û zarok  birîndarbûn û 26 kesî jiyana xwe ji de stda. 
 
Îro bi armanca bîranîna 26 berxwedêran Saziya Malbatên Şehîdan ya bajarê TilTemirê li cihê teqînê merasîma bîranînê li dar xist. Di merasîmê de malbatên şehîdan û gelê TilTemirê amade bûn. 
 
Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan Ebid El-baqî kûtê, Meclisa Saziya Malbatên Şehîdên Xabûrê Cemîla Kako her wiha Rêveberiya Meclisa tendrustî Hesen Emîn axivîn. 
 
Di axaftinan de sersaxî ji malbatan re hat xwestin û gotin:"Çeteyên DAIŞ'ê aramî û wekheviya gelan hedef girt. Her bi Lê bi yekîtiya gelên TilTemirê ê Kurd, Ereb û Aşûri  hemû pilanên wan têk çûn."
 
Herî dawî navê berxwedêrên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dane hat xwedin.