Çalakiya Konê Gireva Birçîbûnê di roja xwe ya duyemîn de didome

  • 14:39 11 Kanûn 2018
  • Rojane
KOBANÊ - Çalakiya Konê Greva Birçîbûnê ya li Kobanê ku bi dirûşma "Em ê pergala Îmraliyê bişkînin û bi Rêber Apo re azad bijîn" dest pê kiribû di roja duyem de didome. 
 
Bi pêşengiya Kongreya Star û Desteya Jinê, ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven bi dirûşma "Em ê pergala Îmraliyê bişkînin û bi Rêber Apo re azad bijîn" li Navenda Baqî Xido ya Kobanê dest pê kiribû. Bi serdana HPC, Rêveberiya Xwer û Meclîsa Kantona Kobanê û Sazî û Dezgeyên li Kobanê çalakiya konê greva birçîbûnê didome. 
 
Derbarê çalakiya greva birçîbûnê de li ser navê Jinên Herêma Firatê Sara Xelîl, li ser navê Mêvanên ku serdana konê greva birçîbûnê kirin Bekir Ceradî û li ser navê Kantona Girê Spî Sebrî Mustefa axivîn. Di axaftinan de peyama berdewamiya tekoşîna ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat dayin. 
 
Çalakiya Konê Gireva Birçîbûnê dê du rojên din jî bidome.