Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

  • 13:59 11 Kanûn 2018
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin cara 771’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. 
 
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Rezan Sarica, Nevroz Uysal û Sînan Zîncîr bi boneya bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin cara 771’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
 
 Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’an û vir ve her tim bi îdîaya “muxalefeta hewayê heye" “koster xera be ye",  “koster di tamîrê deye" “OHAL”  û "Rastî cezayê dîsîplinê hatiye" rastî astengiyan tên û nikarin bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtin bikin