Li Amedê 25 jinên ku hatin binçavkirin çalakiya xwe berdewam dikin

  • 13:12 11 Kanûn 2018
  • Rojane
AMED - Di encma serdegtina polîsan a li ser çalakiya greva birçîbûnê ku di pêşengiya TJA'yê de li Amedê ji aliyê jinan ve hat destpêkirin 25 jin hatin binçavkirin. Hat aşkerakirin ku jinên hatin binçavkirin çalakiya xwe berdewam dikin. 
 
 Hevkarên Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo piştevaniya bi çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê daye destpêkirin û di roja 34'emîn de berdewam dike ji bo 3 rojan çalakiya grevê dabûn destpêkirin. Çalakiya ku li avahiya HDP'ê hat destpêkirin piştî serdegirtina polîsan a li avahiyê 25 jin hatin binçavkirin. 
 
Jinên ku hatin binçavkirin diyar kiri ku wan çalakî bi dawî nekirin û  çalakiya xwe di binê çavan de berdewam dikin.