Jin çalakiya xwe di bin çavan de berdewam dikin
- 12:05 11 Kanûn 2018
- Rojane
WAN - Dayikên Aştiyê û aktîvîstên TJA'yê bi giştî 14 jinên ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketin greva birçîbûnê, di encma serdegirtina polîsan de hatin binçavkirin. Jinên ku di bin çavan de bi parêzerên xwe re hevdtîin kirin diyar kirin ku ew ê çalakiya xwe di bin çavan de berdewam bikin.
Ji bo piştgiriya bi çalakiya hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdê daye destpêkirin û di roja 34'emîn de berdewam dike aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Dayikên Aştiyê duh li 3 bajaran çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin. Piştî binavkirinên li Amed û Êlihê li wanê jî jinên ku çalakî dan destpêkirin di encma serdegitina li avahiya HDP'ê de berê sibehê hatin binçavkirin .
Jinên ku li emniyetê tên girtin bi agahiya ku bi riya parêzerên xwe re dan diyar kirin ku ew ê di bin çavan de jî çalakiya xwe bidomînin.