Lêpirsîna greva birçîbûnê
- 11:59 11 Kanûn 2018
- Rojane
MÊRDÎN -Jinên girtî yên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E’ya Mêrdînê yên di koguşa K-1’ê de ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên nexweş dest bi greva bêdem û dorveger kiribûn. Greva birçîbûnê koma duyem dewir girt.
Derbarê 17 jinên girtî yên li Girtîgeha Girtî ya Tipa E ya Mêrdînê yên di koguşa K-1’ê de ji ber ku govend gerandin û dirûşme berz kiribûn lêpirsîna disîplînê hatibû destpêkirin. Jinên girtî yên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E’ya Mêrdînê yên di koguşa K-1’ê de ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên nexweş dest bi greva bêdem û dorveger kiribûn. Jinên girtî bi komên du kes û 10 rojan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Piştî koma yekem hat zanîn ku beriya pênc rojan girtiyên bi navê Emîne Erol û Azîze Yagız koma duyem greva birçîbûnê dewr girtine.
Her wiha îdareya girtîgehê lêpirsîna dîsîplînê dabû destpê kirin. Hat zanîn ku îdareya girtîgehê di derbarê jinên ku dest bi greva birçîbûnê kirine girtname girtiye.