Ji jinên li êlihê hatin binçavkirin 4 jê serbest hatin berdan
- 11:52 11 Kanûn 2018
- Rojane
ÊLIH - Li Êlihê ji jinên ku di encma serdegirtina polîsan a li Avahiya HDP'ê hat kirin de hatin binçavkiri n 4 kes serbest hatin berdan.
Ji aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) yên ku duh li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê dest bi greva birçîbûnê kirin û di encama serdegitina polîsan de hatin binçavkirin 4 jê serbest hatin berdan.
Ji jinên ku piştî binçavkirin ê birin Muduriyeta Emniyetê ya Êlihê Emsal Kaya, Menfiyet Çelîk, Alîye Işik û Nefiye Aktaş piştî karê wan li emniyetê qediya berê sibehê serbest hatin berdan.
Li bendê ye ku derabarê êrîş û binavkirinên hatin kirin de daxuyanî bê dayîn.