Li Wanê jî jinên ketibûn greva birçîbûnê hatin binçavkirin

  • 09:26 11 Kanûn 2018
  • Rojane
WAN – Li Wanê 14 aktîvîstên TJA’yê û Dayikên Aştiyê yên dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin hatin binçavkirin. 
 
Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 34 roj e di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Bi daxwaza piştgiriya çalakiya Leyla aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Dayikên Aştiyê duh li 3 bajaran dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn. Duh êvarê polîsan bi ser avahiyên HDP’ê yên Amed û Êlihê de girtin û li Amedê 25 jin û li Êlihê jî 29 jin binçav kirin. 
 
Li Wanê jî aktîvîstên TJA’yê û Dayikên Aştiyê bi armanca piştgiriya çalakiya Leyla duh li avahiya HDP’a Wanê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn. Polîsan serê sibê saet di 05.00’an de bi ser rêxistina avahiya HDP’a Wanê de girt. 14 jinên ji Dayikên Aştiyê û aktîvîstên TJA’yê pêk dihatin binçav kirin û birin Miduriyeta Polîsan a Wanê. 
 
Navê binçavkiriyan wiha ne: Caziye Duman, Eylem Oklu, Behîce Abî, Zekiye Kaya, Dîlan Yildiz, Neslîhan Şedal, Hatîce Akdag, Nesîbe Akdag, Eda Umaç, Leyla Boge, Hediye Kaçak, Keve Kaçak, Besra û Kudret ên paşnavê wan nehat zanîn.