'Heta em hebin em ê têbikoşin'

  • 09:24 11 Kanûn 2018
  • Rojane
Rûken Goman
 
GIRKÊLEGÊ - Jinên Girkêlegê derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de gotin:"Heta em hebin em ê ji bo azadiya Rêberê xwe têbikoşin."
 
Jinên Girkêlegê yên ku piştgiriyê didin çalakiyên greva birçîbûnê gotin:"Dengê azadiyê û demokrasiyê dê her bilind bibe. Em ê bi vê yekê hem Serokê xwe hem jî girtiyên di zindanan de rizgar bikin."
 
'Hemû rojên jina kurd tekoşîn e' 
 
Dayika bi navê Celîla Şemsedîn wiha nêrîna xwe anî ziman:"Di destpêkê de em berxwedana çalakvanên zindanan tevahî silav dikin. Îro bi baweriyek mezin çalakiya xwe li dar xistiye. Ji bo ku em ji tevahî faşîzmê re bêjin ku hemû rojên me  jinên kurd tekoşîn in. Jina ku bi felsefeya xwe bawer be, hêza xwe bawer be, îro di zindanan de li berxwe dide û dengê azadiyê û demokrasiyê dê pêşî li planên qirkirinê bibiere û hêviya me tim serkeftin e."
 
'Jinên kurd carek din mohra xwe li dîrokê dan'
 
Dayika  Şêxa Ehmed yek ji dayikên ku bi temenê xwe 70 salî ye  û ew jî tevlî çalakiyên greva birçîbûnê dibe wiha dibêje:"Îro roja têkoşîna me jinên kurd e  û  careke din me ji bo azadiyê mohra xwe li dîrokê daye. Di saleke nuh de bi berxwedanek hîn mezin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Heta ku em dikarin em ê li berxwe bidin em ê girtiyên zindanên xwe jî azad bikin û bi Rêberê xwe re azad bijîn."