Jinên serî li ÎŞKUR’ê dan rastî astengiya qeyûm hatin
- 09:23 11 Kanûn 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Endama Meclîsa Şaredariya DBP’ê Nuriye Bîlîr diyar kir ku qeyûmê tayînêî Şaredariya Şirnexê bûye ev 3 sal e derbarê gel de tu xizmet nemeşandiye û got gelek jinên serî ÎŞKUR’ê didin jî rastî astengiya qeyûm tên.
Endama Meclîsa Şaredariya DBP’ê ya Şirnexê Nuriye Bîlîr bi lêv kir ku gel her roj di bin navê ximzetê de tê mexdûrkirin û destnîşan kir ku yekane gotina gelê Şirnexê ya ji bo hilbijartinan ev e ‘Em ê şaredariyê ji wan bigirin’.
Nuriyeyê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku qeyûm heta îro der barê gel de tu xebatek nemeşandiye û wiha pê de çû: “Heta îro tu karê wan ji gel re fêde nekir. Ev sê sale rê wek xwe ne. Riyên çê kirine jî di nav axê de ne. Hemû kanalîzasyonê çê kirin teqiyan. Lehî rabû kesî li rewşa gel nepirsî. Ji bilî kolana mezin tu tiştek çê nekirin.”
‘Jinên serî li ÎŞKUR'ê didin rastî astengiyan tên’
Nuriyeyê daxuyakirin ku jinên ji bo kar serî li ÎŞKUR’ê didin jî di karê çop û paqijiya kolanan de tên peywirdarkirin û wiha pê de çû: “Jin serî li ÎŞKUR'ê didin. Hem Walî û hem jî qeyûm dibêjin ‘hûn çima jinan digirin, mêran bigirin. Ger hûn jinan bigirin kar em ê wan bidin ser karê paqijiyê yên kolanan û çopê’. Ji bo jin carek din serî li saziyê nedin wan didin ser karên wisa. Li hemû jinan neheqiyê dikin. Jinên serî lê didin tên bi me re parve dikin. Ji bo vê dibêjin em nayên kar.”