Derûnnasa klînîkê Banu Yilmaz: Bêcezabûn travma civakî kûrtir dike

  • 09:19 11 Kanûn 2018
  • Rojane
ENQERE - Derûnnasa klînîkê Banu Yilmaz diyar kir ku ji bo pêşî li travma civakê bê girtin divê pêşî li bêcezabûnê bê girtin û wiha got: “Ji bo travmayên civakê bidawî bin divê ewil şîdet ji holê rabe û hawira tirsê rabe. Divê aştî û hêvî pêk werin.”
 
Li Tirkiyeyê piştî 7’ê Hezîrana 2015’an şûnde bi êrîşên li Amed, Pirsûs, Enqere û Dîlokê hatin jiyîn re gelek kesî jiyana xwe ji dest dan. Piştî vê jî ji ber çanda bêcezakirinê civakê travma jiya. Akademîsyen û Derûnnasa klînîkê Banur Yilmaz ku ji Fakulteya Erdnîgarî û Dîrokê ya Zanîngeha Enqereyê hat îxrackirin, derbarê mijarê de axivî. 
 
Banuyê diyar kir ku di hawirên tehdîdê de tiştên hatine jiyîn bi giştî bûyerên travmatîk jiya bin jî, mêjiyên wan piranî der barê ewlehiya pêşerojê de mijul dibin û wiha got: “Dema xetereyek hebe jî, xwe li ser travmayên pêşerojê esas digirin. Travma li gorî rewşên paşerojê, li ser fikar û ewlehiyê dikare bê nirxandin.”
 
‘Dibe sedema depresyon û hêrsê’
 
Banuyê bi lêv kir ku di demên ku travmayên civakî tên jiyîn û nifş ji vê bi bandor dibin, rewşê awarte yên binpêkirinên mafan yên giran tê de hatine jiyînê ne. Banuyê travmayên civakê wiha vegot: “Dema mafê mirovan bi awayekî sîstematîk bê binpêkirin, ev bandorek mayînde li ser kesan, civakan û çandan dike. Kesê rastî binpêkirinan hatibin, ji çavkaniyên çandî, civakî û malbatî bêpar dimînin. Travmayên civakî û stres dibe sedema depresyon û hêrsê.”
 
‘Cezakirina kujeran girîng e’ 
 
Banuyê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Dema kontrola kes tune be û kontrola wan bi qestî ji dest hatibe girtin ev rê li ber travmaya sîstematîk vedike, tenduristiya derûniyê xirab dike. Ev jî statuya kes an jî komê dihejîne û zirarê dide rêzdariya cewherî. Mînak di rewşên şîdetê de ji bo hesta baweriyê ji nû ve pêk bê, divê şert û mercên bi ewle bikevin dewrê. Piştî travmayê pêkanîna ewlehiyê û cezakirina gumanbaran dikare pêşî li travmayê bigire. Li Tirkiyeyê di demên dawî de gelek kesên jiyana xwe ji dest dan mafên wan ên definkirinê hat binpêkirin. Hinek li goristanên bêkesan hatin definkirin. Negirtina şînê jî pirsgirêkan kûr dike. Divê dewlet di tiştên tên jiyîn de xwe berpirsiyar bibîne.”