Piştî 14’ê Kanûna 2015’an: Me ew ciwan ji bîr nekirin
- 09:10 11 Kanûn 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Di ser qedexeya derketina derve ya Cizîrê de 3 sal derbas bû û zextên li ser gel hîna didomin. Nursal Dalmiş di qedexeyê de ji ber mala xwe terk nekiribû hat qetilkirin û dayika wê Sultan Dalmiş diyar kir ku keça wê û ciwanên din ji ber Cizîr terk nekirin hatin kuştin û wiha got: “Niha dixwazin em vir terk bikin. Lê me ew ciwan ji bîr nekirine. Belkî ev zilm bi dawî nebe lê em tu car serî natewînin.”
Sê sal berê di 14’ê Kanûna 2015’an de li Cizîrê qedexeya derketina derve hat îlankirin û di 3 mehan de gelek kes hatin kuştin bi sedan kes li bodruman hatin qetikirin. Yek ji ciwanên li Cizîrê hat qetikirin Nursal Dalmiş a 18 salî bû.
‘Li ber mala min birîndar bû’
Sultanê diyar kir ku keça wê gelek xwedî hişmendî bûye û wiha got: “Ji zarokatiya xwe de girêdayî têkoşîna Kurd bû. Di qedexeyê de mala me hat gulebarankirin. Wê demê Nursel birîndar bû. Ev zilm çima li gel rewa dîtin? Di gulebarankirinê de mala me pir texrîb bû. Piştî demekê em neçar man ji mala xwe derkevin. Em çûn Sîlopiyê. Lê keça min got ez ji wir naçim cihekî. Piştre jî me agahî jê negirt. Me di televîzyonê de agahî jê girt. Cenazeyê wê me ji Deriyê Sînor yê Xaburê girt. Çi xwestin ji ciwanên me? Dilê me şewitandin.”
‘Em ê serî netewînin’
Sultanê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi sedan ciwanên bêyî çek û sivîl li ber çavên hemû cîhanê hatine qetikirin û ev tişt bi lêv kir: “Ne çek ne bombeya wan hebû. Hinek ciwan bûn. Ji ber Kurd bûn hatin qetilkirin, şewitandin. Keça min jî wek bi sedan ciwanî jîr bû. Keça min di rêya berxwedanê de jiyana xwe ji dest da. Keça min li dijî zilmê serî netewand. Dibe ev zilm neqede lê em ê tu car serî netewînin. Em ê Cizîra ku ciwanan ji me re mîrate hiştiye tu car bernedin.”