Avesta Birahîm: Gelê Şehbayê feyzê ji pirtûkxaneyê digirin
- 09:08 11 Kanûn 2018
- Rojane
Ferîde Zade
ŞEHBA - Endama Yekîtiya Rewşenbîrên Kurd a Herêma Efrînê Avesta Birahîm diyar kir ku ya ku fikir û ramanên mirovan pêş dixe pirtûk in û wiha got:"Em çiqas girîngiyê bidin pirtûkan û xwendinê em ê ewqas zêde pêş bikevin."
Derbarê pirtûkxaneya Kampa Serdemê ya Şehbayê de Endama Yekîtiya Rewşenbîrên Kurd a Herêma Efrînê Avesta Birahîm got:"Cara yekem e ku li Kampa Serdemê pirtûkxane hat avakirin. Armanca me pêşketina gel e. Loma divê hemû kes ji pirtûkan hez bikin û bixwînin. Ev yek ji bo serkeftina mirovan gaveke girîng e."
'Ji bo avakirina pirtûkxaneyê em gelekî xebitîn'
Avestayê da zanîn ku ji bo xebatên pirtûkxnayê ew gelek bextewar in û wiha got:"Di destpêkê de em ditirsiyan me digot dibe ku gel eleqeyê nîşanî pirtûkxaneyê nedin. Lê gel eleqe nîşan dan. Zarok jî ji pirtûkxaneyê gelek hez dikin. Ji bo avakirina pirtûkxaneyê em gelekî xebitîn. Loma dema ku gel bi eleqeyek mezin nêz dibin em bextewar dibin. Her ku diçe kesên tên pirtûkxaneyê zêde dibin."
'Em dixwazin gel teşwîqî xwendinê bikin'
Avestayê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Pirtûkên wekî mijarên siyasî, civakî, raman, zanistî, ol, roman, helbest û hwd. hene. Ji ber ku şer heye xwendina gel a pirtûkan gelek kêm bûye. Loma em dixwazin ku gel ji nû de teşwîqî xwendinê bikin. Di hundur pirtûkxaneyê de dora 3 hezar û sed pirtûk hene. Lê alîkariya me dîsa jî bi pirtûkan hene bi taybet ê bi zimanê Kurdî ji bo me lazim e. Em çiqas girîngiyê bidin pirtûkan û xwendinê em ê ewqas zêde pêş bikevin. Cara yekem e ku li Kampa Serdemê pirtûkxane hat avakirin. Armanca me pêşketina gel e. Loma divê hemû kes ji pirtûkan hez bikin û bixwînin. Ev yek ji bo serkeftina mirovan gaveke girîng e."