Li Kantona Şehbayê têkoşîna jinan a jiyanê

  • 09:06 11 Kanûn 2018
  • Rojane
Ferîde Zade 
 
ŞEHBA - Jina bi navê Fatmê Hesen a ku ji bo di demsala zivistanê de hem xwe germ bike hem jî xwarina xwe çê bike êzingên hişk kom dike, dibêje:"Bi saya êzingên hişk em hem xwe germ dikin hem jî em xwarina xwe çê dikin. Zivistanî ji ber ku şilî zêde ye, dema em êzingan kom dikin em bi zehmetiyên mezin rû bi rû dimînin."
 
Li Şehbayê tevî şerdên zivistanê yên dijwar jiyan zehmettir dibe û jinên Şehbayê li dijî vê yekê têkoşîna jiyanê didin. Jina bi navê Fatmê Hesen a ku ji Gundê Erendê ya girêdayî Navçeya Şiyê ye û li gundê Tel-Qirah ya Kantona Şehbayê bi cih bûye ji bo zivistanê êzingan kom dike û têkoşîna jiyanê dide wiha dibêje:"Ji ber ku demsala zivistanê sar e loma ev yek ji bo me zehmettir e. Loma em bi zehmetiyên mezin rû bi rû dimînin û hewl didin ku li dijî van zehmetiyan em li ser lingê xwe bisekinin."
 
'Ger ne êzing be em ê nikaribin xwe germ bikin'
 
Fatmê wiha got:"Li Şehbayê derfetên ji bo tevgera jiyanê hêsan dike kêm in. Loma em gelek zehmetiyan dikşînin û di zivistanê de rewşa me bêtir xirab dibe. Gelê ku di kampan bi cih bûye gelek zehmetiyan dibînin. Gelek caran sobe jî tune ye ku mirov xwe li ber germ bike. Her wiha kincên zarokan jî kêm in. Ger ne êzing be em ê nikaribin xwe germ bikin. Loma em tevî hemû zehmetiyan êzingan kom dikin."
 
'Em ji berxwedanê hez dikin'
 
Fatmê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Bi saya êzingên hişk em hem xwe germ dikin hem jî em xwarina xwe çê dikin. Zivistanî ji ber ku şilî zêde ye dema em êzingan kom dikin em bi zehmetiyên mezin rû bi rû dimînin. Ji ber ku demsala zivistanê sar e loma ev yek ji bo me zehmettir e. Loma em bi zehmetiyên mezin rû bi rû dimînin û hewl didin ku li dijî van zehmetiyan em li ser lingê xwe bisekinin. Em ji berxwedanê hez dikin. Loma em ê heta dawî berxwedana xwe bidomînin."