Di bin xaniyê rûxandî de bi zimanê Kurdî perwerdeya xwe dibînin

  • 09:04 11 Kanûn 2018
  • Rojane
Lîlav Elî 
 
ŞEHBA - Zarokên Şehbayê di bin xaniyên ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatibûn rûxandin de perwerdeya bi zimanê Kurdî dibînin. Zarokên ku di bin xaniyên rûxandî de perwedeya xwe dibînin dibêjin:"Em gelek bextewar in ku em bi zimanê Kurdî perwerdeyê dibînin. Xeyalê me yê din jî rizgariya Efrînê ye."
 
Zarokên li Gundê Tilqiraha Şehbayê tevî hemû derfetên kêm di bin xaniyên rûxandî de perwerdeya xwe dibînin. Zarokên Şehbayê yên di bin şerdên dijwar de perwedeya bi zimanê Kurdî dibînin dibêjin:"Em ê vegerin Efrînê û xeyalên xwe zindî bikin."
 
'Bavê min li Efrînê Şehîd ket'
 
Siyan Oso axivî û wiha got: "Ez gelekî ji zimanê xwe hez dikim, bavê min li Efrînê Şehîd ket, ez xwendina xwe di nav hemû û şert û mercên zehmet de  dewam dikim. Heta ku ez vegerim Efrînê û tola bavê xwe hilgirim ez ê li berxwe bidim."
 
'Em dixwazin vegerin Efrînê û li wir perwerdeya xwe bidomînin'
 
Her wiha zarokê bi navê Muhemed Elî jî wiha got:"Erdogan nikare me ji zimanê Kurdî dûr bixîne. Rast e Erdogan li Efrînê dibistanên me rûxandin, lê em dîsa jî li ser zimanê xwe perwerde dibînin, em dixwazin vegerin Efrînê û di dibistanên xwe de bi zimanê xwe perwerdeya xwe berdewam bikin."
 
'Em Efrînê tu carî ji bîr nakin'
 
Ji aliyê din ve jî zaroka bi navê Hêva Elî Hemo anî ziman ku wan Efrîn ji bîr nekirine û çawa ku li Efrînê fêrî zimanê kurdî dibûn, îro jî di bin dibistanên rûxandî de li Şehbayê xwendina xwe berdewam dikin û got:"Em Efrînê tu carî ji bîr nakin."
 
'Armanca Erdogan tunekirina zimanê Kurdî ye'
 
Di heman demê de zaroka bi navê Cima Ebdo jî wiha got:"Armanca Erdogan tunekirina zimanê Kurdî ye. Em wekî zarokên Efrînê tu carî ji zimanê xwe dûr nakevin. Zimanê me hebûn û nasnameya me ye. Em ê perwerdeya bi zimanê xwe berdewam bikin û vegerin Efrîna xwe."
 
'Li Efrînê zarok hîn zêde hedef hatin girtin'
 
Her wiha Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPCD) Mamosteya Zimanê Kurdî ya dibistana Gundê Tel Qirah Ronahî Qasên got: "Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên li ser Efrînê û hedefgirtina dibistanan xwest ku çanda zimanê Kurdî ji holê rake û zarokan ji zimanê dayikê dûr bixin û wiha got: "Li Efrînê zarok hîn zêde hedef hatin girtin. Dewleta Tirk a dagirker xwest ku zimanê kurdî tune bike, lê îro zarokên Efrînê bi israra xwe ya fêrkirina zimanê kurdî di bin dibistanên rûxandî de bersivekê ji dijmin re dişînin."