'Werzîş bêhna mirovan fireh dike û pêdiviyek jiyanî ye'
- 09:01 11 Kanûn 2018
- Rojane
Şêrîn Zêrevan-Dilocan Bozî
QAMIŞLO - Mamosteya Beşa Werzîşê ya Eywana Werzîşê ya Sîpêlê ya ku ji aliyê Şaredariya Kantona Qamişloyê ve hatiye vekirin, Lûda Cemîl anî ziman ku bê werzîş jiyan kêm dimîne û got:"Jinên Qamişloyê dema ku tên eywana werzîşê û werzîşa xwe dikin xwe gelekî baş hês dikin. Ji ber ku werzîş bêhna mirovan fireh dike û pêdiviyek jiyanî ye."
Eywana Werzîşê ya Jinê ya bi navê Sîpêlê ya ku ji aliyê Şaredariya Kantona Qamişloyê li Taxa Xerbî ya Qamişloyê hatiye avakirin, ji bo bêhvedan û derûniya jinê qadek girîng e. Mamosteya Beşa Werzîşê ya Eywana Werzîşê ya Sîpêlê Lûda Cemîl da zanîn ku ji bo moral û motivasyona jinan Eywana Werzîşê ya Sipêlê gelek baş e û got:"Ji bo tenduristiya mirovan werzîş girîng e. Divê hemû mirov di warê werzîşê de xwedî tevgerekê bin."
'Divê mirov mijara werzîşê ji ser guhên xwe navêjin'
Ludayê diyar kir ku di her demsalê de ew xizmetê ji bo werzîşê didin û wiha got:"Jin divê bi xwe bawer bin û werzîşê bikin. Ev 5 sal in ku em xizmeta werzîşê didin. Em ji serê sibehê saet di 09.00'de dest bi werzîşê dikin heta saet 10.00'an û ji saet 4'an dest pê dikiin heta saet 5'an dewam dikin. Di destpêkê de dibe ku werzîş zehmet be lê dawiyê mirov hîn dibin. Divê mirov mijara werzîşê ji ser guhên xwe navêjin."
'Tenduristiya jinê di destên wê de ye'
Lûdayê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Tevî ku alavên ji bo werzîşê kêm in jî dîsa jî em hewld didin xizmeta werzîşê bidin. Em hefteyê 5 rojan perwerdeya werzîşê didin. Tenduristiya jinê di destên wê de ye. Her wiha ji bo mirov kîlo bide jî werzîş girîng e. Jinên Qamişloyê dema ku tên eywana werzîşê û werzîşa xwe dikin xwe gelekî baş hês dikin. Ji ber ku werzîş bêhna mirovan fireh dike û pêdiviyek jiyanî ye. Ji bo tenduristiya mirovan werzîş girîng e. Divê hemû mirov di warê werzîşê de xwedî tevgerekê bin."