ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2018'AN
- 09:00 11 Kanûn 2018
- Rojev
*Mamosteya Beşa Werzîşê ya Eywana Werzîşê ya Sîpêlê ya ku ji aliyê Şaredariya Kantona Qamişloyê ve hatiye vekirin, Lûda Cemîl anî ziman ku bê werzîş jiyan kêm dimîne û got:"Jinên Qamişloyê dema ku tên eywana werzîşê û werzîşa xwe dikin xwe gelekî baş hês dikin. Ji ber ku werzîş bêhna mirovan fireh dike û pêdiviyek jiyanî ye." DÎMEN HEYE
*Jinên dikanfiroş ên ku bi keda xwe jiyanê didomînin dibêjin:"Jinên kedkar bingeh û hebûna jiyanê didomînin. Ji bo wê jî pêwîst e ku jin bi ked û hêza xwe bawer be û ji bo dayina kedê ranewestin."DÎMEN HEYE
*Zarokên Şehbayê di bin xaniyên ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatibûn rûxandin de perwerdeya bi zimanê Kurdî dibînin. Zarokên ku di bin xaniyên rûxandî de perwedeya xwe dibînin dibêjin:"Em gelek bextewar in ku em bi zimanê Kurdî perwerdeyê dibînin. Xeyalê me yê din jî rizgariya Efrînê ye."
*Jina bi navê Fatmê Hesen a ku ji bo di demsala zivistanê de hem xwe germ bike hem jî xwarina xwe çê bike êzingên hişk kom dike, dibêje:"Bi saya êzingên hişk em hem xwe germ dikin hem jî em xwarina xwe çê dikin. Zivistanî ji ber ku şilî zêde ye, dema em êzingan kom dikin em bi zehmetiyên mezin rû bi rû dimînin."
* Endama Yekîtiya Rewşenbîrên Kurd a Herêma Efrînê Avesta Birahîm diyar kir ku ya ku fikir û ramanên mirovan pêş dixe pirtûk in û wiha got:"Em çiqas girîngiyê bidin pirtûkan û xwendinê em ê ewqas zêde pêş bikevin."
*Di ser qedexeya derketina derve ya Cizîrê de 3 sal derbas bû û zextên li ser gel hîna didomin. Nursal Dalmiş di qedexeyê de ji ber mala xwe terk nekiribû hat qetilkirin û dayika wê Sultan Dalmiş diyar kir ku keça wê û ciwanên din ji ber Cizîr terk nekirin hatin kuştin û wiha got: “Niha dixwazin em vir terk bikin. Lê me ew ciwan ji bîr nekirine. Belkî ev zilm bi dawî nebe lê em tu car serî natewînin.”DÎMEN HEYE
*Çanda pûşiyê ya berê jinan gelek bi kar dianî, di roja îro ne wek berê be jî dîsa jin berdewam dikin.DÎMEN HEYE
*Dîlîf Guler diyar kir ku li Xozatê di 1994’an de bi zor ji gundên wan hatine derxistin û wiha got: “Kal û pîrên me 38 jiya bûn. Piştre di sala 1994’an de carek din 38 hat jiyîn.”DÎMEN HEYE
*Derûnnasa klînîkê Banu Yilmaz diyar kir ku ji bo pêşî li travma civakê bê girtin divê pêşî li bêcezabûnê bê girtin û wiha got: “Ji bo travmayên civakê bidawî bin divê ewil şîdet ji holê rabe û hawira tirsê rabe. Divê aştî û hêvî pêk werin.”
*‘Xelatên Lêkolînê yên Şîrîn Tekelî’ îsal yekem car hatin dayin. Dîrektora Su Gender Ayşe Gul Altinay sedema xelatdayînan vegot û diyar kir ku îro jin li dijî hemû êrîşan wek Şîrînê bi cesare têdikoşin û wiha got: “Wek Şîrîn Tekelî ku di demên zehmet de têkoşîn da, em dikarin çawa jiyanê xweşik bikin? Em bi vê pirsê riya xwe berdewam dikin.” DÎMEN HEYE
*Endama Meclîsa Şaredariya DBP’ê Nuriye Bîlîr diyar kir ku qeyûmê tayînêî Şaredariya Şirnexê bûye ev 3 sal e derbarê gel de tu xizmet nemeşandiye û got gelek jinên serî ÎŞKUR’ê didin jî rastî astengiya qeyûm tên. DÎMEN HEYE