Greva birçîbûnê ya Girkêlegê bi dawî bû
- 08:46 11 Kanûn 2018
- Rojane
GIRKÊLEGÊ - Greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya PYD û Kongreya Starê li Girkêlegê dest pê kiribû do bi dawî bû.
Ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven bi pêşengiya PYD û Kongreya Starê li Girkêlegê greva birçîbûnê dest pê kiribû. Greva ku bi dirûşma "Tecrîdê bişkînin faşîzmê têk bibin bi Rêber Apo re azad bijîn" dest pê kiribû do bi dawî bû. 130 çalakvan tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûn û ji vana 90 jê jin bûn. Çalakiya grevê bi daxuyaniyê bi dawî bû.
Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Kongreya Star a Girkêlegê Rojda Alî ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Her dem neyarên me xwestine ku me tune bikin. Xwestine ku me ji her mafî bêpar bihêlin. Loma her ku diçe tecrîd jî bi vê yekê girêdayî giran dibe. Em ê li dijî hemû pêkûtiyan têkoşîna xwe mezintir bikin û rê nede neyaran ku bigihêjin armanca xwe."
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.