'Leyla Guven çavkaniya hêz û tekoşînê ye'
- 16:30 10 Kanûn 2018
- Rojane
Îlham Eloso
KOBANÊ - Jinên Herêma Firatê berxwedana Leyla Guven silav kirin û gotin: "Em ê her dem li berxwedana Leyla Guven xwedî derkevin. "
Ji bo piştigiriya çalakiya Leyla Guven bi dirûşma "Em ê pergala îmraliyê bişkînên bi Rêber Apo re azad bijîn" bi pêşengiya Kongreya Star û Desteya Jinê li Kantona Kobanê çalakiya gireva birçîbûnê dest pê kiribû. 14 jin ketibûn greva birçîbûnê. Jinên ku ketin greva birçîbûnê gotin:"Em ê heta dawî piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven."
Endama Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyeyê Gulistan Etî wiha got: "Rêxistinên mafên mirovan ên ku pesnê xwe didin û dibêjin em mafên mirovan diparêzin. Lê mafê serokê me naparêzin. Divê peywira xwe bi cih bînin. Ji dîrokê heta niha mafên gelê Kurd neparastine. Em bang dikin ku peywira xwe bi cih bînin. Leyla Guven çavkaniya hêz û tekoşînê ye. Divê têkoşîna wê bê dîtin."
Berdevka Meclîsa Jinên Sûriyeyê ya Kobanê wiha got:"Gelê Kobanê bi reng û dengê xwe piştgiriya Leyla Guven dikin. Niha jî, di bin kon de em ketine grêva birçîbûnê. Ev çalakî dê belav bibe. Em ê bi hemû hêz û îradeya xwe li çalakiya Leyla Guven û li fikrên Rêberê xwe xwedî derkevin."
Li ser navê sazî û pişgiriya gelên sosyalîst Arjîn Rojava jî, anî ziman ku çalakiya Leyla Guven ji bo hemû cîhanê re girîng e û wiha got: "Em tecrîdê şermezar dikin û em soz didin ku em ê heta dawî ji bo azadiya serokê xwe li berxwe bidin. Em bang dikin ku hemû cîhan vê neheqiyê û têkoşîna li dijî vê neheqiyê bibînin."