Avahiya HDP'ê di bin dorpêça polîsan de ye
- 16:13 10 Kanûn 2018
- Rojane
AMED - Avahiya HDP'ê ku aktîvîstên TJA'yê lê ji bo 3 rojan di grevê de ne, di bin dorpêça polîsan de ye.
Avahiya HDP'ê ya Amedê ku 22 aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo 3 rojan bi armamca piştevaniya bi çalakiya Hevseroka Kongreya Civakên Demokratî (KCD) û parlamentera DHP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî Tecîrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Oclan lê daye destpêkriin, di bin dorpêça polîsan de ye. Avahiya ku bi TOMA û wesayitên zirxî hatiye dorpêçkirin ketin û derketina wê di bin kontirolê de ye û kesên diçin avahiyê û dertên bi kamerayên polîsan hat îdakirin ku dîmenê wan tên kişandin û axaftina wan tê qeydkirin.
Avahiya ku li dora mehekê ye di bin dorpêçê de ye cara yekê ye ku evqas bi baldarî kontrola wê tê kirin.