Li Kobanê greva birçîbûnê dest pê kir
- 14:28 10 Kanûn 2018
- Rojane
KOBANÊ - Bi pêşengiya Kongreya Star û Desteya Jinê, ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven greva birçîbûnê dest pê kir.
Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya grevê da destpêkirin. Bi pêşengiya Kongreya Star û Desteya Jinê bi dirûşma "Em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û bi Rêber Apo re azad bijîn", ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven greva birçîbûnê dest pê kir. Greva birçrîbûnê li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido dest pê kir. Dê grev heta çar rojan bidome. Greva birçîbûnê bi daxuyaniya çapemeniyê hat ragihandin. Daxuyanî ji aliyê Madlên Şêx Xidir hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Ji ber ku Rêber Apo her heqîqetê diparêze loma fikir û paradigmaya wî desthilatdaran ditirsîne. Ji bo Rêber Apo em ê çalakiyên greva birçîbûnê bidomînin. Em bi saya Rêberê xwe hilmê distînin. Loma em careke din soza xwedîderketina Rêberê xwe didin. Em ê her şopdarê felsefeya wî bin."