Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girkêlegê didome

  • 13:49 10 Kanûn 2018
  • Rojane
GIRKÊLEGÊ-Bi pêşengiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Kongreya Starê çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven dest pê kiribû. Çalakiya grevê di roja duyem de didome. 
 
Ji bo piştigirya çalakiya Leyla Guven a ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dirûşma "Tecrîdê bişkînên faşîzmê têk bibin, bi Rêber Apo re azad bijîn" çalakiya grevê li Girkêlegê dest pê kiribû. 130 kesî ji bo piştigiriya çalakiya Leyla Guven û berxwedana zindanên Bakurê Kurdistanê desp bi greva birçîbûnê kiribûn. Gelek endamên sazî û dezgeyan hatin serdana kesê ku ketin greva birçîbûnê. Kesên ku hatin serdanê peyama piştigirya berxwedanê dan. 
 
Greva birçîbûnê dê îro bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.