Minîbusa ku rêwiyên wê kedkar bûn qeza kir
- 13:17 10 Kanûn 2018
- Rojane
ÇANAKKALE- Minîbusa ku ji bîgayê kedkarên li afbrîkakaya ava fêkiyan dixebitîn tê de bûn bi TIR'ê re li hev ketin. Di qezaya ku pêk hat de 3 jê jin 4 kesî jiyana xwe ji det dan û 16 kedkar jî birîndar bûn.
Minîbusa ku kedkarên li fabrîkaya ava fêkiyan ya li Gona Balikesîrê dixebitîn tê de bûn bi TIR'ê re li hev ketin. Di encama qezayê de Kedkarên bi navê Fîkriye Gergîn, Pakîze Keçecî, Hatîce Gokhan û kesê bi navê Caner Bucak jiyana xwe ji dest dan. Herwiha hat diyarkirin ku 16 kedkar jî birîndar bûne.
Gelek ambulans şandin cihê bûyerê û piştî mudaxeleya destpêkê birîndar rakirin nexweşxaenyê.