Ji TJA'yê çalakiya greva birçîbûnê

  • 12:05 10 Kanûn 2018
  • Rojane
AMED/WAN - Çalakiya Greva  birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger ku  Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven li girtîgehê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 33'emîn de berdewam dike. Di çarçoveya piştevaniya bi çalakiya Leyla Guven de TJA'yê jî li wanê ji bo 3 rojan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. 
 
Çalakiya Greva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger ku  Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven li girtîgeha Tîpa E ya Amedê  li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 33'emîn de berdewam dike. Di çaarçoveya çalakya ku Leylayê li dar xist de bi armanca piştevaniyê di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de li wanê jî ji bo 3 rojan çalakiya greva birçîbûn hat destpêkriin. 
 
Daxwaza Leylayê ya me ye'
 
Di daxuyaniya ku jinan berdilkên bi dirûşma "Leyla Guven haklidir, bila greva birçîbûnê bê rakirin" li xwe kirin de Endama Meclisa Jinan a HDP'ê Caziye Duman axivî û wiha got: "Ji bo çalakya Leyla Guven ku ji bo me hêviya azadî û aştiyê ye me jî  wekî jinên Wanî ji bo 3 rojan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye.  Jinan her daîm li dijî tundiyê berxwedana xwe berdewam kirine. Em hêvî dikin ku hemû gel piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven. Em jî li dijî zilm û zordariyê ji bo 3 rojan dikevin greva birçîbûnê."  
 
Piştî daxuyaniya ku hat dayîn jinan çalakiya xwe ya grevê dan destpêkirin.
 
Li Amedê jî çalakî
 
Li Amedê jî jinên TJA'yî  li avahiya HDP'ê ya Amedê bi daxuyaniya ku dan aşkera kirin ku wan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê dane destpêkirin.  Beriya ku çalakî dest pê bike daxuyaniya ku hat dayîn ji aliyê Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun ve hat xwendin. Remziye diyar kir ku tecrîd tenê ne li ser Abdullah Oclan e, di ehman demê de li ser jin, ciwan û tevahiya civakê ye.  Remziye anî ziman ku ew çalakiya Leyla Guven ku di roja 33'emîn de berdewam dike silav dikin û daxwaza Leylayê di heman demê de daxwaza wan e jî . Remziye di dirêjiyê de got ku heta tecrîd bi dawî bibe ew ê têkoşîna xwe bidomînin û aşkera kir ku wan ji bo 3 rojan det bi greva birçîbûnê kirine. 
 
Piştî daxuyaniyê jinan dirûşma, "Jin jiyan azadî" berz kir,
 
Çalakî wê heta roja çarşemê saet 17.00'an berdewam bike.