Li Enqereyê bi ser malan de hat girtin

  • 11:29 10 Kanûn 2018
  • Rojane
ENQERE – Polîsan li Enqereyê bi ser mala  rojnameger Kenan Kirkkaya û gelek kesên din de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de Rojnameger Kirkkaya û 12 kesên din binçav kirin. Polîsan li mala Kenan lêgerîn kir. 
 
Polîsan li Enqereyê bi ser mala Rojnameger Kenan Kirkaya û gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Kenan Kirkaya û 12 kes binçav kirin. Polîsan li mala Kenan Kirkaya û kesên din lêgerîn kirin. Hat diyar kirin ku 2 operasyonên ji hev cuda ne. Di operasyonekê de kesên bi KHK'ê hatine îxrackirin hatin binçavkirin. Di operasyona din de jî endam û rêveberên HDP'ê yê Enqere  Abuzer Kisa û Rojnameger Kenan Kirkaya hatin binçavkirin. Kesên di operasyonê de hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Enqereyê. 
 
Kesên hatin binçavkirin navê wan wiha ne: Rojnameger Kenan Kirkaya, Rêveberê HDP'ê yê Enqereyê Abuzer Kisa, Denîz Aydin, Murat Çeşme, Gulnaz Bozkurt, Sîmge Aksan, Mahmut Konuk, Ozge Çirpan, Burak Aydemir, Selvî Polat, Mehmet Dersulu û Îlker Işik.
 
Hat diyarkirin ku li mala Rojnameger Kenan Kirkaya lêgerîn didome.