Li Şengalê brûskê li malekê xist

  • 09:14 10 Kanûn 2018
  • Rojane
Nisrîn Hisên-Delîla Axîn
 
ŞENGAL - Li Gundê Milik ê Çiyayê Şengalê birûskê li malekê xist. Kesekî jiyana xwe ji dest neda lê zirar aborî çê bû. 
 
Li Gundê Milik ê Çiyayê Şengalê birûskê li malekê xist. Kesekî jiyana xwe ji dest neda lê zirar aborî çê bû. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi derfetên xwe alîkariya malbata ku birûskê mala wan xist, kir. 
 
'Serê sibehê saet di şeşan de birûskê li mala me xist'
 
Jina bi navê Meryam Xidir ku birûskê li xaniyê wê xistibû axivî û wiha got: "Do li Çiyayê Şengalê gelek baran bariya, em jî di malê de bûn. Serê sibehê saet di şeşan de birûskê li mala me xist. Em gelekî tirsiyan me got belkî zirar dabe bedena kesekan jî.Bi rastî ev çar sal in ji bilî sazî û rêxistina di Şengalê de kes alîkariyê nade Şengaliyan. Em jî gelekî sipasiya TAJÊ dikin ku bi me re bûn alîkar."
 
'Ligel derfetên kêm em dibin alîkar'
 
Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Ezidî (TAJÊ) Berfê Eliyas jî wiha got: "Em weke TAJÊ her tim bi derfatên xwe yên kêm dixwazin bi gelê xwe re bibin alîkar. Êşa ku gelê me dikşîne em jî wê êşê dikşînin. Ji destpêkê heya niha  Êzidî di bin şert û mercên zehmet de jiyana xwe bi rê ve dibe. Duh brûskê li xaniyekî da û me bi derfetên kêm alîkariya wan kir. Ji bilî sazî û rêxistinên di Şengalê de tu kes bi Ezidiyan re nabe alîkar. Weke rêxistina Şengalê jî bi rastî derfetên me gelekî kêm in. Ligel derfatên kêm em hewil didin ku bi gelê xwe re bibin alîkar."