Zarokên Efrînê tevî koçkirin û zehmetiyan jî xeyalên xwe zindî dihêlin
- 09:04 10 Kanûn 2018
- Rojane
Tolîn Muhemed
ŞEHBA - Zarokên Herêma Efrînê yên ku bi darê zorê ji mal û dibistanên xwe koç bûne, li Kantona Şehbayê tevî zor û zehmetiyan li Kampa "berxwedanê" terka xeyalên xwe nakin û bi qûmaşan pêlîstokan ji xwe re çêdikin."
Di hemû şerên cîhanê de her tim zarok dibin qurbana siyaset û hovîtiyên qirêj. Mînaka vê jî zarokên Efrînê ne ku hovîtiya dewleta tirk li ser Herêma Efrînê pêk anî qurbaniyên herî mezin zarok bûn. Zarokên Efrînê tevî koçberiyê li Kampa Berxwedanê bi derfetên zehmet bi qûmaşan pêlîstokan ji xwe re çêdikin.
'Pêlîstokên me dizîn'
Zaroka bi navê Lîne Koro ya bi temenê 8 salî axivî û wiha got:" Me gelek bêriya Efrînê kiriye, li Efrînê jiyana me bi kêf û aram derbas dibû ez bi hevalên xwe re diçûm dibistana xwe lê Erdogan hevalên min qetil kirin, pêlîstokên me dizîn, em dixwezin vegerin Efrîna xwe."
'Çîrokên me di hişê me de ne'
Îsra Koro jî wiha got:" em niha li kampa berxwedan bi cih bûne , li şûna ku em niha li mala xwe di nav pêlîtokên xwe de bin em ji axa xwe koç bûne, her wiha ev pêlîstokên ku me bi qumaşan çêkirine dayîka min bi mere alîkar bû. Pêlîstokên ku em bi qumaş çêdikin em Frînê xeyal dikin û çêdikin. Li Efrînê li pêşiya çavên me Erdogan hevalên me qetil kir, nehêşt ku zarokên Efrînê bi aramî bijîn, lê em ê vegerin Efrînê û tola hevalên xwe rakin, çîrokên Efrînê her di mêjiyê her zarokek Efrînî deijîn."
Her wiha Zaroka bi navê Nede Elî jî wiha got :" Em wek zarokên Efrînê tu carî Efrînê ji bîr nakin ji ber ku hevalên me û çîrokên me di Efrînê da ne. Erdoxan bi hemû topên xwe êrîşî me kir, ne bese vê carê em bi darê zorê koçber kirin. Dema ku em ji Efrînê derdiektin dîsa bi balafirên xwe êrîş me dikir. Em niha li Kampa berxwedanê de xeyalên xwe berdewam dikin û bi van pêlîstokan xwe em ê vegerin Efrînê."