Henan Osman: Tirkiye nikare xewna gelan têk bibe
- 09:03 10 Kanûn 2018
- Rojane
Rûken Goman
LUBNAN - Derbarê tecrîda girankirî a ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Oclan tê meşandin û aliyên wê yên siyasî de Berdevka Komeleya Newroz li Lubnanê Henan Osman nirxandinên girîng kirin û got: " Fikra Rêber Apo ya ji bo tekoşînê û demokrasiyê û wekheviya gelan imbiratoriya deshiltdaran tehdîd dike ji bo wê jî naxwazin gelê ku bi vê fikrê xwe bi rêxistin dike bibin xwedî statu."
Di çarçoveya tecrîda giran a ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Oclan tê meşandin de û pilan û lihvkirinên ku tên kirin de Berdevka Komeleya Newroz li Lubnanê Henan Osman nirxandin kir û destnîşankir ku Tirkiyê nikare xewna azadiya gelan têkbibe.
'Dixwazin Şareşa gelan têk bibin'
Berdevka Komeleya Newroz Henan Osman di berdewamiya axafitna xwe de wiha got:" Dewletên navneteweyî ji bo pêkanîna Komployê li hv kirin, ji bo Rêber Apo teslîmî Tirkiyê bikin, li hev kirin. Ev pilanên qirêj ku li gorî berjewendiyên wan bû, di encama van lihevkrinan de Rêber Apo dîl gitin. Dewleta Tirk ku her dijminatiya gelê kurd dike, bi dîgirtina Rêber Apo dixwest ku şoreşa gelan ji bo azadiyê û demokrasiyê têk bibe, ji ber di şoreşên cîhanê de, Şoreşa Tevgera azadiyê ya Kurd her li ber xwe daye. Felsefiya Rêber Apo hedf girtin û di kesayeta wî de xwesetin vê şoreşê têk bibin, lê di planên xwe de bi ser nektiin."
'Naxwazin kurd bibin xwedî statu'
Di berdewamiya axvtinên xwe de Henan bal kişand ser hevkariya ku heya roja îro di navbera hêzên navneteweyî û Tirkiyê de hatiye kirin û wiha domand: " Tirkiyê bi salan e dijminatiya kurdan dike û bi çekên natoyê êrîşî ser gelê kurd dike û li ser Rêberê me tecrîdê dide meşandin. Ji bo kurd nebin xwedî satU hete ku dikare pilanan ji xwe re çêdike ji ber ku ew nikare fikreke ewqs azad qebul bike. FikrêN Rêber Apo yêN ji bo tekoşînê û demokrasiyê û wekheviya gelan imbiratoriya wan tehdîd dike lê her vîn û îradeya me mezin tir dike. Baweriya me bi rêberê me heye.
'Bi fikir û felsefeya Rêber Abo gelê kurd bû mînak'
Henan Osman destnîşankir ku dem hatiye gohertin êdî gelê kurd nema koletiyê qebûl dike û dê faşîzmê têk bibe û wiha dibêjî da axaftina xwe: " Di roja me ya îro de felsefeya Rêber Apo li tevahî cîhan belavbûye, gelê kurd bûye mînaka tekoşînê. Ji bo wê jî dive em li derdora Rêberê xwe bibin xelek. Banga me jî ji bo tevahî rêxistinên siyasî û mirovî heye ku pişgirtiyê bidin rêber Apo ji bo em tevahî girtiyên zindanaN jî azad bikin û faşîzmê têk bibin."