ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2018'AN

  • 09:00 10 Kanûn 2018
  • Rojev
*Derbarê tecrîda girankirî a ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Oclan tê meşandin û aliyên wê yên siyasî de Berdevka Komeleya Newroz li Lubnanê Henan Osman nirxandinên girîng kirin û got: " Fikra Rêber Apo ya ji bo tekoşînê û demokrasiyê û wekheviya gelan imbiratoriya deshiltdaran tehdîd dike ji bo wê jî naxwazin gelê ku bi vê fikrê xwe bi rêxistin dike bibin xwedî statu."
 
*Zarokên Herêma Efrînê yên ku bi darê zorê ji mal û dibistanên xwe koç bûne, li Kantona Şehbayê tevî zor û zehmetiyan li Kampa "berxwedanê" terka xeyalên xwe nakin û bi qûmaşan pêlîstokan ji xwe re çêdikin."
 
*Cenazeyê du birayan ên di qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de di bodurman de hatin qetilkirin a Adîl li Şirnexê ya Egît jî li Cizîrê hat definkirin. Nafiye Kuçuk diyar kir ku ew dixwaze cenazeyên zarokên wê li Cizîrê bên definkirin û wiha got: “Em her tim ser bilind in. Tiştên li Cizîrê hatin jiyîn ne 3 sal 3 sedsal jî derbas bibe wê neyên jibîrkirin.”
DÎMEN HEYE
 
*Navenda Çanda Bêrîvan a ji aliyê şaredariya Îpekyol a DBP’ê ve hatibû çêkirin, bi sedan zarokî lê perwerdeya zimanê dayikê digirt û xebatên çand û hunerê dimeşandin. Navend ji aliyê qeyûm ve hat guhertin û êdî zarok naçin navendê. Ji zarokan Viyanê wiha got: “Ew der wek mala min bû. Ez ê destûr nedim hilweşandina mala min.”DÎMEN HEYE
 
*Xwişk û birayên hev Havîn û Fatîh Guneş li Nisêbînê ku li baxçê mala xwe dilîstin, di encama teqîna madeyekê de jiyana xwe ji dest dabûn. Dayika wan Derya Guneş ev du sale şîn girêdaye. Derya ji wê rojê şûnde xwe li cilên reş pêça û diyar kir ku wan di lêgerîna maf de ji kesî piştgirî negirtine û daxwaza piştgiriyê kir ku ji berpirsan hesab bipirsin. 
DÎMEN HEYE
 
*Piştgiriya ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven didome. Endama PM'ê ya HDP’ê Ayşe Berktay diyar kir ku berxwedana Leyla Guven meşaleya pêşeng e û got hedefa wan ev e ku berxwedanê mezin bikin. BI DÎMEN