Komeleya Mafên Mirovan semîner da

  • 18:21 9 Kanûn 2018
  • Rojane
KOBANÊ- Komeleya Mafên Mirovan a herêma Cizîrê bi minasebeta Roja Cîhanê ya Mafên Mirovan semînerek li Kobanê da.
 
Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê bi minasebeta Roja Cîhanê ya Mafên Mirovan semînerek derbarê tundiya li ser jin û zarokan li navenda Rêxstina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jin da. Di semînerê de hemû sazî û dezgehên rêveberiya xweseriya demokratîk, Kongra Star, Tevgera Civaka Demokratîk  TEV-DEM û meclîsa Jinên Sûriyê amede bûn.
 
Di destpêkê de Evîn Cuma hevseroka Komeleyê destnîşan kir ku karê wan belgekirina bin pêkirinên mafên mirovan e û wiha got: “Weke komele erka me ya sereke belgekirina binpêkirinên di derheqê mirovan de ye. Bingeh jî mafên jinê ye. Di nava komeleyê de komîteyên me hene ku komîteya jin jî yek ji beşên sereke ye da ku em bikaribin mafên jin û li rex wê jî mafê zarokan biparêzin.”
 
Herî dawî jî di navbera beşdarvanan û Evînê de diyalogên bi vî rengî qewimîn. çarçoveya pirsan jî ku Komeleya Mafên mirovan heta niha çiqas bandor kiriye û xwedî li mafên mirovan derketiye. Evînê bersiv da û got: “Weke civaka navneteweyî baweriya xwe bi me naynin ku li Kurdistanê buyerên dijmirovî diqewimin û mafên jin û zarokan ji aliyê dewletan ve tê binpêkirin. Lê hewildanên me jî hene û em ê rastiya ku li cem  me rû didê ye ji raya giştî re raghînin.”