Heyva sor a kurd hemleya xwe ya li ser tundiyê bi dawî kir!

  • 17:20 9 Kanûn 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Heyva sor a kurd bi boneya  25"ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Tundiya li Ser Jînê re ku ji 3 beşan pêd dihat dabû destpêkirin bi dawî kir. 
 
Îro bi şahiyekê Heyva sor a kurd bi boneya  25"ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Tundiya li Ser Jînê re ku li ser 3 beşan dabû destpêkirin bi dawî kir. Beşa yekê başdarî komxebatekê bûn ji bo 25'ê Mijdarê. Beşa 2'emîn broşûr li ser asta nexwş xaneyan û klînîkan belav kir. Beşa 3'emîn jî ji şahî û semînerên li ser tundiyê pêk dibat.
 
Şahî bi deqeyekê rêzgirtinê despê kir. Paşê jî, li ser navê dibistana Jinê ya Heyva Sor a Kurd Cîlan İbrahîm axivî û di axaftina xwe de diyar kir ku ev hemleya wan ji bo ku hişmendiya li ser jinê tê meşandin bi dawî bikine ye. Her wiha endama Heyva Sor a kurd Canda Xelil jî semînerek derbarê tundiyê de da.
 
Kesên ku di beşa dawî de amade bûn di dawiya semînerê de bi destên xwe remza jinê boyax çêkirin.
 
Şahî bi dîlanê bi dawî bû.