Tevgera Çand û Hunerê ji bo zarokên Efrînê pêşengehek vekir
- 17:19 9 Kanûn 2018
- Rojane
ŞEHBA -Tevgera Çand û Hunerê ji bo zarokên Efrîn pêşengehek vekir ku hestên xwe bi Serok û axa xwe re parve bikin.
Bi dirûşma "Bi azadkirina Rêberê gelê kurd Abdulla Ocalan em ê Efrînê rizgar bikin" bi tevlîbûna Meclisa Malbatên Şehîdan, hemû deste û Saziyên Rêveberiya Xweser, Tevgera Çand û Hunerê ji bo zarokên Kampa Serdemê û Berxwedanê pêşangehek wêneyan hat vekirin.
Di pêşangeya ku hat vekirin de her zarok bi riya wêenyên xwe heskirina xwe ji bo Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan û axa xwe didin nîşandan. 500 wêneyên ku zarokan bi destên xwe resimandibûn jî ji destên zarokan hatin pêşkêş kirin. Di çalakiyê de sînevizyona li ser têkoşîna Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan hat temaşekirin. Wêne yên ku zarokan bi destên xwe resimandibûn hatin pêşkêşkirin. Her wiha Komên muzkê jî ji bo zarokan kêfxweş bikin stran gotin.
Di dawiya pêşengehê de sînevizyon li ser berxwedana Kantona Efrînê hat pêkêşkirin.