Li Amedê jin dikevin greva birçîbûnê
- 16:58 9 Kanûn 2018
- Rojane
AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daye destpêkrin di roja 32'emîn de berdewam dike. TJA'yê bi daxuyaniyeke ku ji çapemeniyê re da diyar kir ku ew ê ji bo piştevaniya bi çalakiya Leyla Guven re ji bo 3 rojan çalakiya greva birçîbûnê li dar bixe.
Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo piştevaniya bi çalakiya greva birçîbûnê ya ku Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (DHP) ya Colemêrgê Leyla Guven di girtîgeha Tîpa ya Amedê de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin roj bi roj zêde dibin. Çalakiya Leyla Guven di roja 32 'emîn de berdewam dike û Tevgera Jinên Azad (TJA) jî bi daxuyaniyeke ku bi tevlibûna rêveberên bajar û navçeyan yên HDP û DBP'ê, KCD'ê, Meclisa Dayikên Aştiyê ku li Navenda Giştî ya KCD'ê da diyar kir ku ew ji bo piştevaniya bi çalakiya Leyla guven re 3 rojan çalakiya greva birçîbûnê li dar dixin. Di cîvînê de destpêkê aktîvîsta TJA'yê û Endama Dîwana KCD'ê Xecê Şen axivî. Xecê diyar kir ku li ser Abdullah Oclan tecrîdeke giran heye, di kesayeta Abdullah Oclan de ev tecrîd li ser tevahiya gelan hatiye pêkanîn û ev nayê qebûlkirin.
'Em Leyla slav dikin'
Xecê bal kişand ser çalakiya Leyla Guven ku li dijî tecrîdê daye destpêkirin û wiha berdewam kir: "Leyla Guven ji ber ku ev tecrîd qebûl nekirin 32 roj e di greva birçîbûnê de ye. Piştî ku Leyla çalakî da destpêkirin çalakiya wê li tevahiya zindanan belav bû. Her kesê/a ku ji bo xwe dibêje ez mirov im divê ku li dijî tecrîd û şerê tê kirin bêdeng nemîne û xwedî li çalakyê derkeve. Em wekî KCD û TJA'yê di serî de Leyla Guven û piştî wê jî hemû gitiyên azadiyê ku li zindanê piştgiriyê didin vê çalakiyê silav dikin. Daxwaza wan daxwaza me ye."
'Bi bawerî û bi biryar wê tecrîd bê şikandin'
Hevberdevka Delegeyên KCD2ê Zelal Bîlgîn jî diyar kir ku ew berî bi demeke kurt ku bê tehliyekirin bi Leyla Guven re di heman qawîşê de maye û wiha berdewam kir: "Di 7'ê Mijdarê de Leyla Guenv li salona dadegehê dîrokek nivîsand. Em di serdemeke ku welatek ji aliyê yek kesî ve tê rêvebirin re derbas dibin. Niha berxwedaneke ku divê her rêxistinên demokratîk hemû lê xwedî derkevin tê kirin. Ez wekî yeke ku li gel Leyla Guven maye dibêjim; Wê bi bawerî û biryarê tecrîd bê rakirin."
'Bila hevdîtin bê kirin'
Endama Meclisa Dyikên Aştiyê ya Amedê û Endama Dîwana KCD'ê Makbule Ozbek jî diyar kir ku tişta tê kirin tu wicdan niarin qebûl bikin û got ku ew ê piştgiriyê bide Leyla Guven.
Piştî axafitnên ku hatin kirin jinan diyar kir ku ew ê li Avahiya HDP'ê ya li Amedê çalakiya greva birçîbûnê li dar bixin.