Jin di pêşengiya Kongreya Star de xwe pêşve dibin!

  • 15:25 9 Kanûn 2018
  • Rojane
Lîlav Mihemed
 
SERÊKANIYÊ - Rêvebera Kongireya Star a Bajarê Serêkaniyê Hemrîn Selah da zanîn ku armanca wan ji vekirina navenda Kongreya Star ew e ku parastina mafê jinê yên ku bi hezaran salan e hatiye binpêkirin biparêzin e.  
 
Kongireya Star a Bajarê Serêkaniyê ku di 12'ê Kanûna 2015`an de hat avakirin bi sê jinan dest bi karê xwe kir û  îro hemû saziyên xweser ên bajarê Serekaniyê pê ve hatine girêdan.  Kongreya Star heta roja îro bi gelek projeyên girîng ji bo parastina mafên jinan û pêşketina wan pêşxistine û projeya wê ya herî girîng jî derxistina qanûnên jinan e.
 
Rêvebera Kongireya Star a Bajarê Serêkaniyê Hemrîn Selah ku derbarê kar û xebatên xwe de axivî da diyarkirin ku wek gava yekemîn wan dest bi perwerdeyê kir û wiha got: " Me di serî de bi perwerdekirina jinan dest bi karê xwe kir. Ji ber ku jin ji hemû mafên xwe bêpar hatibûn hişitin û bi taybetî jî ji perwerdeyê. Her wiha em testeya rewşa jinan ji nêz ve dişopînin û pirsgirêkên wan nas dikin. Heta ku em bi hev re çareyeke dibînin. Armanca me jî desteyê gihaştina civakeke demokratîk û azad ya li ser bingeha neteweya demokratîk e."
 
jin bi qanûnên mala jinê tên parastin  
 
Hemrînê axavtina xwe wiha berdewam kir ":Ji bo parastina mafên jinan û pêşketina wan a di nav civakê de, em hewil didin ku edaletê di nava civakê de mayine bikin. Di heman demê de jî  me hinek qanûnên jinan jî derxistin ku zewaca di temenê biçûk de ya di nava civakê de asteng bikin. Heta ku wekheviya di nava mêr û jinê de di civakê de bê misogerkirin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin." 
 
'Pêşketina zihniyeta jinê zêde bûye'
 
Hemrînê bal kişand ser pêşketina jinê ya di nava civakê de jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: ":Em gelek pêşketin ji hêla zihnîyetê de di nav civakê de dibînin û bi taybet jî li cem jinê. Her wiha jî li dijî şêwazên tundiya li ser jinan têkoşîneke mezin niha jin dimeşînin."