Li Silêmaniye li dijî tundiya li ser jinê semîner hat dayîn
- 14:36 9 Kanûn 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Huner û Rewşenbirî ya bajarê Silêmaniyê di çarçoveya pêngava têkoşîna li dijî tundiya li hemberî jinan de, semînerek ji bo karmendên rewşenbîrî û hunerî da. Di semînerê de daxwaz ji hunermendan hat kirin ku di karê xwe de perwerdekirina civakê li ber çav bigrin.
Li Hola Rewşenbîrî ya Silêmaniyê di çarçoveya pêngava têkoşîna li dijî tundiya li hemberî jinan de, ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan ve bi hevkariya Rêveberiya Huner û Rewşenbirî ya Silêmaniyê semînerek ji bo karmendên rewşenbîrî û hunerî hat dayîn.
Semîner ji aliyê mamostaya zanîngehê Xuşî Letîf ve hat dayîn. Letîf di semînerê de eşkere kir ku her nêzîkatiyek xirab cureyekî şîdetê ye û got; "Tundî li hemberî jinan jî zêde bûye û wekî diyardeyek lêhatiye. Ji bo pêşîlêgirtina tundiyê divê kar li ser qanûnê were kirin. Kesên ku tundiyê dikin dvê werin cezakirin."
Xuşî Letîf di dewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya perwerdeya civakî û wiha domand:“Ji bo pêşîlêgirtina tundiyê rolek girîng dikeve ser milê perwerdekaran. Em daxwazê ji hunermendan dikin ku di karê xwe yê hunerî de zêdetir girîngiyê bidin mijara perwerdeyê bi mijara.”