Li Girikêlegê û Rîmelanê 90 jê jin bi giştî 130 kesî dest bi grevê kir
- 12:56 9 Kanûn 2018
- Rojane
QAMIŞLO- Niştecihên GIrikêlegê û Rîmelanê ji bo ku pitgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûn ya Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan û binpêkirina mafan a li girtîgehan bi dirûşma "Tecrîdê bişkînin faşîzmê têk bibin û bi Rêber Apo re Azad Bijîn" dest bi gereva birçîbûnê kirin.
Niştecihên GIrikêlegê û Rîmelanê ji bo ku pişgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûn ya Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan û binpêkirina mafan a li girtîgehan, bi dirûşma "Tecrîdê bişkînin faşîzmê têk bibin û bi Rêber Apo re Azad Bijîn" dest bi gereva birçîbûnê kirin.
Li navçeya Girkêlegê di nav rêze çalekiyên ku ji aliyê Kongreya Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji bo piştgrtiya çalakiya Leyla Guven ya ku ev 32 roj in ketiya Grêva Birçîbûnê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan 90 jê jin 130 kes ketin çalekiya Grêva bircîbûnê. Greva ku hat destpêkirin ji hemû sazî û rêxistinên sivîl yên navçeyê kes tevli bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtinê konê girêvê bi daxuyaniyekê hat vekirin. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Kongra Star ya Kantona Qamişloyê Şaha Xelîl ve hat xwendin.
Şaha Xelîl bal kişand ser greva birçîbûnê ku li Kurdistanê, gelek girtîgehan belav bûye wiha got:"Em hemû çalakvanên di grevê de silav dikin. Em silavên xwe ji Rojavayê Kurdistanê dişînin heta Îmraliyê. Em çalakiya Leyla Guven li zindana Amede silav dikin. Em hemû dizanin ku komployeke navneteweyî li ser gelê me tê meşandin. Ji bo Projeya Netewa demokratîk û azadkirina gelên bindest neyê têkbirin em çalakiya xwe dimeşînin. Ji xwe ev çalakî, dîsa dîroka jina tekoşîn van jinên wekî Leyla Guven dubare dike. Ji bo wê jî dê tim çalakiyên me berdewam bin û dê ev gel di nav berxwedanê de be."
Çalakvan piştî daxuyaniyê dest bi çalakiya xwe kirin, dê Konê Giravê heta du rojan vekirî bimîne û çalakî berdewam bike.
Sibehê wê bi daxuyaniyek ya li vir bi dawî bibe û desrbasî bajarekî din bê kirin.