Parlamentera Swêdî piştgirî da greva birçîbûnê
- 12:30 9 Kanûn 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera Partya Çep Amineh Kakabaveh çû serdana çalakvanên ku li Stokcholmê ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullan Ocalan ketine greva birçbûnê. Amîneh piştgirî da çalakvanan.
Amîneh çû Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê ya li Stockholmê û ji ber helwesta çalakvanan a berxwedêr ew pîroz kirin û got, "Ez bawer im wê çalakî bi ser bikeve."
Amîneh bi bîr xist ku meha Îlonê hilbijartin pêk hatibe jî li Swêdê hikumet ava nebûye û got, bi avabûnê hikumetê re wê greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyên din û tecrîdkirina Abdullah Ocalan bînin rojeva parlamentoyê.
Piştî axaftina Amîneh çalakgeran dirûşmên, "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Statu ji bo gelê Kurd, Azadî ji bo Ocalan" û "Jin jiyan azadî" qîriyan.