Girtî Nurşan Demîr:Doza Nisêbînê bê alî nehat lêkolînkirin
- 09:18 9 Kanûn 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Nurşan Demîr a di dema qedexeyên Nisêbînê de di korîdara hat vekirin re ji navçeyê derket û piştre hat girtin, beriya runiştina xwe ya 10’ê Kanûnê nameyek şand û wiha got: “Tevî ku beriya her runiştinê ez daxwaznameyê dinivîsim û dibêjim dixwazim tevlî runiştinê bibim, runiştin beyî min derbas dibe. Ev bi tena serê xwe înfaz e. Ez nizanim runiştin jî dadgeh jî di kîjan astê de ye.
Di qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de di 26’ê Gulana 2016’an de 53 kesên hatibûn tahliyekirin hatin girtin. 5’emîn runiştina 53 kesî di 10’ê Kanûnê de wê bê dîtin. Girtiyên ji a liyê 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê ve li salona Konferansa Midûriyeta SGK’ê tên darizandin bi 76 caran cezayê muebeta giran tên darizandin. Nurşan Demîr a di qedexê de li mala xwe ya taxa Firat bû û piştî tahliyekirinê hat girtin dayika 5 zarokan e. Nurşan ya li girtîgeha Tîpa T ya Wanê dimîne beriya runiştinê nameyek ji JINNEWS’ê re şand.
Nurşanê di nameya xwe de wiha got: “Ez dayikekim. 3 sale di girtîgehê de me. Di şexsê min de zarokên min tên darizandin. Jiyan perwerda wan qedya. Gelek pirsgirêkên psîkolojîk bi wan re çêbûn. Girtina min têr nekir ez şandim bajarekî din. Şansê dîtina zarokên min kêm bû. Ji ber rewşa aborî zarokên min nikarin bên. Bavê wan li bajarekî din dixebite. Ev ji bo tahliyekirina min hincetên şênberin. Di dosyayê de derbarê şexsê min de tu delîlek şênber tune.
‘Ger darizandinek adîlane pêk bê wê bêsûcdariya min bê dîtin’
Îfadeyên kesên bê wijdan hene. Ger hinek bi wijdan tevbigerin wê bizanin ez di şertî de li wir mame. Min dixwest ku heyet vê dosyayê bê alî binirxîne. Pevçûn ne li çolterê li taxa me pêk hat. Ez tenê xwedî li mala xwe derketim. Ji van pêkanînan malbata min zirara mezin dît. Ez hatim girtin. Malbata min carna mehan nikare bê hevdîtina min. Ger darizandinek alîne bê kirin ezê bêm berdan.
Tenê carekê îfada min hat girtin
Di 10’ê Kanûnê de runiştina min pêk tê. Bawerim dîsa wê tevlî nebim. Tenê carekê îfada min hat girtin. Piştre hatim surgunkirin. Ez dixwazim tevlî runiştinê bibim û darizandinek adîlane pêk bê.”