Zarokên Cizîrê: Bêkes û Bişeng

  • 09:11 9 Kanûn 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Di qedexeya derketina derve ya Cizîrêde ku di 14’ê Kanûna 2015’an de hat îlankirin de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest da û yek ji van jî Bîşeng Garan ya 12 salî bû. Kurê Orhan Tunç yê di bodruman de hat qetilkirin jî ku wan deman hat dinê, Bêkes ket 3 saliya xwe. 
 
Di ser qedexeya derketina derve ya Cizîra Şirnexê re ku di 14’ê Kanûna 2015’an de hat îlankirin re 3 sal derbas bû. Qedexeyê 79 rojan berdewam kir û gelê Cizîrê bi sedan ewladên xwe winda kirin. Bêkes, roja ku bavê wî Orhan Tunç di bodrumê de hat qetilkirin, hat dinê. Bêkes niha 3 salî ye. Bêkes yê ku pirsa çima bavê wî tune dipirse, dayika Bîşeng Gara ya 12 salî ya di qedexeyê de hat qetilkirin jî bi wêneyên keça xwe rojên xwe derbas dike.
 
Nîv saetê ambulans payîn
 
Di roja 25’ê qedexeyê de di 6’ê Çileyê 2016’an de li taxa Cudî bi guleya di nav qerebalixa ku 60-70 kes ji bodruman bi alên sipî derdiketin, Bîşeng Garan hat qetilkirin. Bîşeng ya nîv saetê birîndar di hembêza dayika xwe de li benda ambulansê ma li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê di lêpirsînê de tu pêşketin çênebû û dayika wê Talîa bi wêneyên keça xwe roja xwe derbas dike.
 
‘Keça min 12 salî ma’
 
Talîayê wiha got: “Keça min dixwest bibe doktor. Keça min ji ber windabûna xwînê mir. Birin morgê. 4 rojan li wir ma. Ji ber qedexê em nikaribûn biçûna. Piştre gotin wê li goristana bêkesan defin bikin. Meç û girt. Destur nedan em li Cizîrê defin bikin. Me jî li gundekî nêzî vir defin kir. Keça min pir jîr bû. Digot ‘ Ez ê bibim doktor.’ Lê nehiştin. Keça min 12 salî ma. Mezin nebû.”
 
‘Bêkes her ku mezin dibe fêm dike’
 
Di rojên ku qedexe berdewam dikir de Orhan Tunç ewil ji lingê xwe birîndar bû û di nav birîdarên di bodrumên taxa Cudî de hat qetilkirin de bû. Roja jiyana xwe ji dest da 24 saet şûnde kurê wî Bêkes hat dinê. Orhan di axaftina telefonê ya dawî de ji hevjîna xwe re got bila navê kurê wî ‘Bêkes’ be. Guler Tunç wiha got: “Çend meh şûnde kurê min sê salê xwe diqedîne. Qedexe dikevin sala çaremîn. Bêkes tiştekî nizane. Nedî lê her tiştî êdî fêm dike. Orhan her tim kurê xwe xeyal dikir. Planên wî ji bo kurê wî hebûn. Hesretê kurê xwe bû. Bi vê hesretê jiyana xwe ji dest da.”