‘Suriyeyî ji bo li Tirkiyeyê nemînin canê xwe dikin xeterê’

  • 09:06 9 Kanûn 2018
  • Rojane
Sîbel Ozalp
 
STENBOL- Parêzera TODAV’ê Pinar Konak diyar kir ku ji ber şerta ‘cografî çekince’ ya Tirkiyeyê daniye, kesên ji derveyê Ewropayê tên ne di statuya ‘penabertiyê’ de ne û wiha got: “Ji ber vê welatên herî zêde ku penaberên Sûriyeyê di bin parastina demborî de ye Tirkiye. Lê çawa tên wisa jî diçin. Ev çûyîn piran bi windabûna can encam dibin.”
 
Li Tirkiyeyê ji bo kesên ji derveyê Ewropayê tên mafê penaberiyê nayê dayîn û têgeha penaber di pergala hiqûqa Tirkiyeyê de cih nagire. Niha li Tirkiyeyê 3 mîlyon û nîv Suriyeyî dijîn. Statuya van ya qanûnî çi ye? 170 hezar Afgan û 140 hezar Iraqî bi kîjan têgehê tên nasîn? Endama Lijneya Rêveberiya Weqfa Lêkolîna Hiqûq û Civakî (TOHAV) parêzer Pinar Konak ev pirs bersivandin.
 
* ‘Cografî Çekince’ ya di Peymana Cenevreyê ya 1951’ê de cih digire û bi protokola New York 1967’an re pêvajoya rakirina xala ‘sînorkirina demê’ hun dikarin çawa vebêjin? 
 
Di Peymana Cenevreyê de rewşek wisa mijara gotinê ye; Di xala yekemîn de di fikraya A/2 de sînorkirina demê ya ‘bûyerên beriya 1’ê Çileyê 1951’ê’ heye. Di fikra B/1 de jî îbareya ‘Tiştên li welatên Ewropa pêk hatine û yên ji derveyê welatên Ewropa hatine’ mijara gotinê ye. Di fikra B ya peymanê de mafê hilbijartinê mijara gotinê ye. Di deklerasyona Tirkiyeyê di 1961’ê de aşkera kiriye de gotiye ‘Kesên ji derveyê welatên Ewropa hatine ji vê fêdeyê nikarin bigirin.Yanî dibêjin em wek penaber qebûl nakin. Tirkiyeyê Peymana Cenevrê ya 1951’ê bi şerha ‘cografî çekînce’ qebûl kiriye. 
 
Sînorkirina demê ya fikraya A/2 jî di sala 1967’an de bi Protokola New York hatiye rakirin. Yanî îbareya bûyerên beriya 1’ê Çileyê 1951’ê hatiye rakirin.
 
*Çima ev kes wekî penaber nayên qebûlkirin?
 
Di nokteya diyarkirina statuyê de pirsgirêkan derdixe holê. Li welatê me kesên ji derveyê Ewropayê hatine wek penaber nayên qebûlkirin. Ji van beşek penaberên bi şertin û beşek jî ji parastina duyem re tên hiştin. Yên din jî di statuya parastina demborî de ne.
 
*Ev têgeh û statu di pergala hiqûqa Tirkiyeyê de çawa ye?
 
Li welatê me vegotina têgeha penaberiyê wiha ye; Ji ber bûyerên ku li Ewropayê pêk tên û kes rastî zilmê hatibûn û ji welatên xwe bên welatekî din penaberin. Vegotina qanûna hejmar 6458 bi vî awayî ye. Li gorî min divê cografî çekince bê rakirin. Şerh e û ger ev şerh hebe mijarek neyînî heye. Ev jî ji xwe tevliheviyek statuyê ava dike. Statuya kes ne diyare. Dibe sedem ku kes xwe di ewlehiyê de hîs nake. Gelek kes ji ber vê ji mafên çandî û civakî fêdeyê nagirin.
 
*Ji bo kê penaberên bi şert tê gotin?
 
Kesên ku ji derveyê welatên Ewropa tên, penaberên bi şert in. Yanî kesên ji welatên Ewropa nehatine penaberên bi şert in. Penaberên bi şert di esasê de Tirkiyeyê wek welatê derbasbûnê dibîne. Ev kes heta derbasî welatên sêyem bibin li vir dimînin.
 
*Parastina duyem çi ye?
 
Ji bo kesên ne di statuya penaberiyê de ne, di qanûna hejmar 6458 û peymanê de, parastina duyem mijara gotinê ye. Ev kes di heman demê de wek ‘Penaberên De Facto’ tên qebûlkirin. Di serlêdanên starbûna mirovan de statuya herî zêde tê bikaranîn ev statuye.
 
Penaber û kesên di statuya parastina duyem de ne ji heman mafan fêdeyê digirin. Şert û mercên hiqûqî yên ji bo wan tê dayîn hemanin. Ji bilî cudahiyên qanûnî- hiqûqî, ev statu rastî cudahiyên din tên.Kesên penaber li Tirkiyeyê xwedî heman mafên xebatê ne. Lê penaberên bi şert ne xwedî heman mafên xebatê ne. Di alî civakî û çandî de jî rastî astengiyan tên. 
 
*Li Tirkiyeyê statuya qanûnî ya Suriyeyiyan çi ye?
 
Li welatê me 3 mîlyon û nîv Suriyeyî hene. Suriyeyê ne di statuya penaber, penaberên bi şert û statuya parastina duyemin. Suriyeyî di statuya ‘parastina demborî’ de ne. Suriyeyî ancax ji vê statuyê dikarin fêdeyê bigirin.