Hêvîn Reşîd: Çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê bingeha aramiya cîhanê ye
- 09:02 9 Kanûn 2018
- Rojane
Lîlav Elî
ŞEHBA - Rêvebira Kampa Serdemê ya Şehbayê Hêvîn Reşîd derbarê geşedan û pirsgirêkên li Sûriyeyê de got:"Ji bo pirsgirêk û aloziya li Sûriyeyê bi dawî bibe pêdivî ji piştevaniyek hevpar heye. Divê hemû cîhan ji bo vê yekê seferber bibin. Çimkî çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê bingeha aramiya cîhanê ye."
Şerê ku bi salan e li Sûriyeyê diqewime hîn jî bi dawî nebûye. Tevî vê yekê pirsgirêk û aloziyên ku kûr dibin dibe sedema qetilkirin û bêwlehiya mirovan. Têkildarî mijarê de Rêvebira Kampa Serdemê ya Şehbayê Hêvîn Reşîd anî ziman ku êrîşên li dijî gelê Kurd û neçareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê plana têkbirina projeya Netewa Demokratîk e û got:"Nêrîn û hewldanên Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê jî gelekî girîng e. Lê kesên ku naxwazin pirsgirêk çareser bibe û şer bi dawî bibe bi vê yekê girêdayî Rêber Apo jî tecrîd dikin."
'Dewleta tirk axa Sûriyeyê dagir dike û naxwaze şer biqede'
Hêviyê bi lêv kir ku seferberiyek hevpar ji bo qedandina şerê li Sûriyeyê gelek girîng e û wiha got:"Hemû pêkhateyên ku li Sûriyeyê dijîn di warê parastina mafên xwe de mafdar in. Divê piştigrî bê dayin. Lê hêzên navneteweyî û dewleta tirk ji ber ku tenê berjewendiyên xwe difikirin her êrîş dikin. Dewleta tirk axa Sûriyeyê dagir dike û naxwaze şer biqede.
Bi taybet jî êrîşî gelê Kurd dikin. Êrîşên li dijî gelê Kurd tê wateya bêtehemuliya li dijî destkeftiyên gelê Kurd. Bi têkoşînek mezin gelê Kurd ev destkeftiyan bi dest xistin. Ew ê tu kes bi hêsanî nikaribin ji destên me bigirin. Tirkiye her li dû berjewendiyên xwe digere û loma jî hovîtiyên mezin li ser gelê Kurd pêk tîne. Li dijî hemû polîtîkayên qirêj li ser her çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd her li berxwe daye û ew ê dev ji vê têkoşînê jî bernedin."
'Çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê bingeha aramiya cîhanê ye'
Hêviyê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ji bo pirsgirêk û aloziya li Sûriyeyê bi dawî bibe pêdivî ji piştevaniyek hevpar heye. Divê hemû cîhan ji bo vê yekê seferber bibin. Çimkî çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê bingeha aramiya cîhanê ye. Nêrîn û hewldanên Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê jî gelekî girîng e. Lê kesên ku naxwazin pirsgirêk çareser bibe û şer bi dawî bibe bi vê yekê girêdayî Rêber Apo jî tecrîd dikin."