'Şerdên dijwar ên li Şehbayê bandorek neyînî li ser tenduristiyê dike'

  • 09:01 9 Kanûn 2018
  • Rojane
Lîlav Elî 
 
ŞEHBA - Xebatkara Nexweşxaneya Avrînê ya Kantona Şehbayê Roşîn Şêxo diyar kir ku ji ber derfetên kêm li Şehbayê bi hezaran mirov nikarin bên tedawîkirin û wiha got:"Bandora koçberiyê û derfetên kêm dibe sedema pirsgirêkên girîng ên tenduristiyê. Şerdên dijwar ên li Şehbayê bandorek neyînî li ser tenduristiyê dike. Ji bo ev tengasî ji holê rabe jî rêxistinên mafên mirovan alîkariyê nakin. Her wiha rejim jî ji bo tedawiya gelê li Şehbayê bi cih bûne dibe asteng."
 
Gelê Efrînê yê ku li Şehbayê bi cih bûne ji ber derfetên kêm bi pirsgirêk û zehmetiyên cur be cur rû bi rû dimînin. Ji van pirsgirêk û zehmetiyan yek jê tenduristî ye. Ji ber alavên kêm ên ji bo tenduristiyê û derfetên kêm di warê tenduristiyê de kêmasî tên jiyîn. Têkildarî mijarê de xebatkara Nexweşxaneya Avrînê ya Kantona Şehbayê Roşîn Şêxo da zanîn ku ji bo xizmeta tenduristiya mirovên li Şehbayê ew tiştên ku ji destên wan tê dikin lê dîsa jî ev têr nake û wiha got:"Nexweşî her ku diçe zêde dibin. Hinek nexweşiyên giran ji ber derfetên kêm nayên tedawîkirin û ev yek bandorek neyînî di heman demê de li ser derûniya gel dike. Ji bo ev pirsgirêk çareser bibe pêdivî ji piştevaniya navneteweyî heye. Divê hemû kes bi hestiyarî tev bigerin da ku ev pirsgirêka tenduristiyê çareser bibe."
 
'Herî zêde jî zarok zehmetiyan dikişînin'
 
Roşînê diyar kir ku cureyên nexweşiyan ên wekî pençeşêr, îltihaba kezebê her ku diçe zêde dibin û wiha got:"Ji bo nexweşî zêde nebin pêdivî ji piştevaniyê heye. Gelek dermanên ji bo tedawiyê em nikarin pêde bikin ev jî dibe sedem ku nexweşî tedawî nebe. Herî zêde jî zarok zehmetiyan dikişînin. Jinên ducanî jî zêde ne û ji ber derfetên kêm ew jî baş nikarin tedawî bibin. Dermanên nexweşiyên giran em dixwazin ji Helebê bînin lê rejim dibe asteng. Gelek kesên nexweş jiyana xwe ji dest dan."
 
'Şerdên dijwar ên li Şehbayê bandorek neyînî li ser tenduristiyê dike'
 
Roşînê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Bandora koçberiyê û derfetên kêm dibe sedema pirsgirêkên girîng ên tenduristiyê. Şerdên dijwar ên li Şehbayê bandorek neyînî li ser tenduristiyê dike. Ji bo ev tengasî ji holê rabe jî rêxistinên mafên mirovan alîkariyê nakin. Her wiha rejim jî ji bo tedawiya gelê li Şehbayê bi cih bûne dibe asteng.Nexweşî her ku diçe zêde dibin. Hinek nexweşiyên giran ji ber derfetên kêm nayên tedawîkirin û ev yek bandorek neyînî di heman demê de li ser derûniya gel dike. Ji bo ev pirsgirêk çareser bibe pêdivî ji piştevaniya navneteweyî heye. Divê hemû kes hestiyarî tev bigerin da ku ev pirsgiraka tenduristî çareser bibe."