ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2018'AN

  • 09:00 9 Kanûn 2018
  • Rojev
*Xebatkara Nexweşxaneya Avrînê ya Kantona Şehbayê Roşîn Şêxo diyar kir ku ji ber derfetên kêm li Şehbayê bi hezaran mirov nikarin bên tedawîkirin û wiha got:"Bandora koçberiyê û derfetên kêm dibe sedema pirsgirêkên girîng ên tenduristiyê. Şerdên dijwar ên li Şehbayê bandorek neyînî li ser tenduristiyê dike. Ji bo ev tengasî ji holê rabe jî rêxistinên mafên mirovan alîkariyê nakin. Her wiha rejim jî ji bo tedawiya gelê li Şehbayê bi cih bûne dibe asteng."
DÎMEN HEYE
 
*Rêvebira Kampa Serdemê ya Şehbayê Hêvîn Reşîd derbarê geşedan û pirsgirêkên li Sûriyeyê de got:"Ji bo pirsgirêk û aloziya li Sûriyeyê bi dawî bibe pêdivî ji piştevaniyek hevpar heye. Divê hemû cîhan ji bo vê yekê seferber bibin. Çimkî çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê bingeha aramiya cîhanê ye."DÎMEN HEYE
 
*Parêzera TODAV’î Pinar Konak diyar kir ku ji ber şerta ‘cografî çekince’ ya Tirkiyeyê daniye, kesên ji derveyê Ewropayê tên ne di statuya ‘penabertiyê’ de ne û wiha got: “Ji ber vê welatên herî zêde ku penaberên Sûriyeyê di bin parastina demborî de ye Tirkiye. Lê çawa tên wisa jî diçin. Ev çûyîn piran bi windabûna can encam dibin.” BI DÎMEN
 
*Di qedexeya derketina derve ya Cizîrêde ku di 14’ê Kanûna 2015’an de hat îlankirin de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest da û yek ji van jî Bîşeng Garan ya 12 salî bû. Kurê Orhan Tunç yê di bodruman de hat qetilkirin jî, Bêkes ket 3 saliya xwe. 
 
*Nurşan Demîr ya di dema qedexeyên Nisêbînê de bi korîdara hat vekirin ji navçeyê derket û piştre hat girtin, beriya runiştina xwe ya 10’ê Kanûnê nameyek şand û wiha got: “Tevî ku beriya her runiştinê ez daxwaznameyê dinivîsim û dibêjim tevlî runiştinê bibim, runiştin beyî min derbas dibe. Ev bi tena serê xwe înfaze. Ez nizanim runiştin jî dadgeh jî di kîjan astê de ye.
 
*Newala li gundekî kontara Cudî bi dîmena xwezaya xwe û sûlava xwe her kesî li hember xwe heyran dihêle.
Xweşikahiyên xwezayî yên li her çar alî Kurdistanê li bendê kîfşkirinê ne hene. Ji ber pevçûn û biryarên herêma ewlehiya taybet, li Şirnexê li şûna gel leşker hatine bicihkirin û gel ji van cihên xweş bêpar dihêlin. Ji bilî çiyayên bi heybet sûlavên herêm jî navdarin. BI DÎMEN
 
* Kevneşopiya ‘kade’ ku bi navê kulînca Kurd tê zanîn û di tenûrê de tê pijandin, ji aliyê jinan ve tê berdewamkirin. Leyla Peyan ya bi salane Kade dipijirîne, diyar kir ku tehma Kade ji ardên biraştî û gûzan tê.