Greva birçîbûnê ya Bajarokê Çelaxayê bi dawî bû
- 16:51 8 Kanûn 2018
- Rojane
QAMIŞLO - Bi dirûşma "Tecrîdê bişkînin faşîzmê têk bibin bi Rêber Apo re azad bijîn" çalakiya gireva birçîbûnê ya ji bo piştigirya çalakiya Leyla Guven li Bajarokê Çelaxayê yê Qamişloyê dest pê kiribû. Çalakî bi daxuyaniyekê bi dawî bû.
Bi dirûşma "Tecrîdê bişkînin faşîzmê têk bibin bi Rêber Apo re azad bijîn" çalakiya gireva birçîbûnê ya ji bo piştigirya çalakiya Leyla Guven li Bajarokê Çelaxayê yê Qamişloyê dest pê kiribû. Çalakiya ku bi pêşengiya Kongreya Star û PYD'ê hatibû destpêkirin bi daxuyaniyekê bi dawî bû.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev grev ji bo rêxistinên navneteweyî û hêzên navneteweyî peyamek bû û hat ragihandin ku divê Abdullah Ocalan azad bibe û aramî li Rojhilata Navîn belav bibe.
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî Serok Apo","Bijî berxwedana Leyla Guven" bi dawî bû.