'Tevî hemû zehmetiya em ê çanda xwe biparêzin'

  • 16:41 8 Kanûn 2018
  • Rojane
Lîlav Elî 
 
ŞEHBA - Jinên beşdarî Şevbihêrka Strnan a Çand û Hunerê ya li Navçeya Tel Rifet a Şehbayê bûn anîn ziman ku ew ê tevî hemû zehmetiyan çanda xwe ya kevnar biparêzin. 
 
Tevgera Çand û Hunerê ya Tel Rifet a Şehbayê bi armanca ku gelê Şehbayê kêfxweş bibe bi dirûşma "Bi rihê netewa demokratîk bixebitin û Efrînê rizgar bikin" şevbihêrka stran û govendê li dar xist. Tevî endamên sazî û dezgeyan gelek kes beşdarî şevbihêrkê bûn. Jinên ku beşdarî şevbihêrkê bûn peyama dewamiya berxwedana xwe dan. 
 
Jina bi navê Xedice Bekir got:"Heta nefesa xwe ya dawiyê em ê bi hêviya rizgarkirina Efrînê bijîn. Em ê li çanda xwe xwedî derkevin û têbikoşin."
 
Emina Oso got:"Dewleta tirk bi pêkanînên xwe yên qirêj dê tu carî nikaribe gelê Kurd tune bike. Em ê rojekê teqez vegerin Efrînê."
 
Endama Koma Govendê Viyan Soran:"Ji bo gelê me kêfxweş bibin me organizasyonek wiha li dar xistin. Em ê her ji bo dilxweşiya gel bixebitin. Tevî hemû siyaseta qirêj em çalakî û xebatên xwe didomînin."
 
Di heman demê de Rêveberiya Navenda Çand û Huner ya Navçeyê Tel Rifet Evîn Bîlel da zanîn ku ji bo moralê gel baş bibe ew her di nava hewldanê de ne û got ku yên ku xwestin çanda Efrîniyan qir bike dê negihêjin armanca xwe.