Çaglar Demirel û 15 siyasetmedarên girtî dest bi gireva birçîbûnê kirin
- 16:12 8 Kanûn 2018
- Rojane
AMED – Parlamentera HDP’ê ya berê Çaglar Demîrel a girtî ragihand wan komek ji 15 siyasetmedaran pêk tê bi armanca xwedî derketina daxwaza Leyla Guven dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin e.
Parlamentera HDP’ê ya Amedê ya berê Çaglar Demîrel bi rêya parêzerên xwe peyamek şand û ragihand ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 31 roj e didome, bi 15 hevalên xwe yê siyasetmedar re dest bi greva birçîbûnê kirin e.
Çagla û hevalên xwe yên dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Kocaeliyê tên ragirtin.
Çagla di peyama xwe de ev tişt got: “Ji bo piştgiriya hevala me Leyla Guven ji îro û pê ve min û 15 hevalê xwe yê siyasetmedar re dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 10 rojan kir. Daxwaza Leyla Guven daxwaza bi milyonan kes e. Divê demildest dawî li tecrîd û îzolasyonê bê anîn. Derbasbûna tevgerbûyîna ji bo aştî û demokrasî elzem e û di qonaxek dîrokî de ye. Em bang li hemû hêzên demokrasiyê dikin ku li dijî sûcê mirovahiyê serî rakin û têkoşîna demokratîk mezin bikin. Pêwîste her kesek bibe Leylayek û bi vê hişmendiyê tevbigere.”