Xizmên windayan: Daraz faîlan diparêze
- 15:01 8 Kanûn 2018
- Rojane
AMED - Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan bi daxwaza "Bila winda bên dîtin, bila faîl bên darizandin" carak din aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kujer bên dîtin û darizandin. Di çalakiyê de Yuksel Aslan Acar ê ÎHD'î bal kişand ser doza Liceyê û wiha got: "Li Tirkiye hêj darazê li hemberî heqîqetê guh û çavê xwe girtiye. Hêj bersûc û failan diparêze."
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan, bi daxwaza "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" çalakiyên xwe di hefteya 513'an de berdewam kirin. Li Amedê piştî Walitiya Amedê çalakiyên li derve qedexekirin, Şaxa ÎHD'ê û xizmên windayan çalakiya xwe li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê berdewam dikin. Xizmên windayan, vê hefteyê jî çalakiya xwe li avahiya ÎHD'ê berdewam kirin û pankartên wêneyên windayan li ser vekirin û qurnefîl danîn ser pankartê. Di çalakiyê de Sekretera Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Yuksel Aslan Acer, daxuyanî da û wiha got: "Em biryara Walîtiyê şermezar dikin. Her çend qedexe bikin jî, nikarin ser rastiyan veşêrin."
Yuksel, anî ziman ku hêzên dewletê gelek kes revandin û windakirin û gelek kes jî li ber çavan ji kolanan revandin û winda kirin û wiha got: "Em revandina ji malan û kolanan a ku hêzên dewletê aşkere dike şermezar dikin. "Di salên 90'an de bi agahî û fermana rayedarên îktîdarê mirov hatin revandin û hatin qetilkirin. Wê deyê yên cenazeyê xwe dîtin û defin kirin bi şens hatin dîtin. Ji ber ku gelek cenaze nehatin dîtin. Hêj bi sedan dayik li ser vê axê li cenazeyên zarok û xizmên xwe digerin. Ev hêj berdewam dike. Rayedar bersûc û kujeran bi zixrê bêcezakirinê diparêze."
Yuksel bal kişand ser encama doza Lice ku duh li Îzmîrê hat dîtin û wiha got: "Encama polîtîkaya bêcezakirinê herî dawî duh li Îzmirê pêk hat. Duh danişîna kuştina 16 kesên li Lîcê li Îzmîrê hat dîtin. Bersûc hat beraet kirin. Ev pergala darazê ku çawa tev digere nîşan dide. Pergala darazê hêj bi polîtîkayên bêcezakirinê bersûc û kujeran diparêze. Di sala 93'an de li Navçeya Liceyê 16 welatî hatin kuştin. Gelek xanî û kargerî hatin xerakirin û şewitandin. Xwestin ser bûyerê veşêrin, lê nekarîbûn veşêrin. Mixabin encam bi beraeta bersûcan bi dawî bû. Darizandina bûyerê piştî bûyerê 21 sal şûnde di 16'ê Çileya 2015'an de dest pê kir. Li gorî îdîanameyê rayedarên PKK'ê bûyer pêk neanîye. Li gorî belgeyan bersûc û berpirsyar Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Amedê Albay Eşref Hatipoglu û Tegmenê jor Tunay Yanardag bû û der barê wan de doz hatin vekirin. Lê bersûc nehatin girtin. Me carek din dît ku daraz ne serbixwe ye û bi bêcezakirinê bersûcan diparêze. Li Tirkiye pergala darazê li hemberî heqî û heqîqetê çav û guhê xwe girtiye. Em wekî parazvanên mafên mirovan dê lêgerina heq û edaletê berdewam bikin. Her çend bixwazin ser rastiyan veşêrin jî dê nikaribin ser rastiyan veşêrin."
Piştî axaftina Yuksel, Endamê Komîsyana Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Hasan Yalçın, çîroka Mehmet Acar ê di sala 1994'an de li Mezraya Zûra ya Gundê Dîrseklî ya Cizîra Şirnexê hat revandin û windakirin xwend. Hasan, anî ziman ku gelek caran Mehmet rastî gefan hat û wiha got: "Ji ber ku Mehmet rastî gefan hat koçî Bursayê kir. Lê pişttî demekê tevî malbata xwe vegeriya gund. Acar di 1994'an de ji aliyê îtîrafkar Adem Yakin û Abdulhakim Guven û çend kesên sivîl ên bi bêtêlan hat revandin. Piştî kesên nas ketin navberê hat berdan. Lê piştî hat berdan 2 roj şûnde dîsa ji aliyê heman kesan ve hat binçavkirin û revandin. Birayê Mehmet Acar Reşit Acar bû şahid ku li cihê bûyerê Abdulhakim Guven Adem Yakin (Bedran) bi zorê Mehmet Acar xistin maşînê. Piştî wê rojê carek din agahî ji Mehmet Acar nehat girtin. Hemû hewldanên malbata Mehmet bê encam man."
Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.